Ji bo malbata şehîd Erdal Reşo serdanên sersaxiyê

Ji bo gerîlayê HPG'ê Erdal Reşo yê li Zapê şehîd bû, girseya gel serdana malbata Akçîn kir û sersaxî jê re xwest.

Gerîlayê HPG'ê Erdal Reşo (Serhat Akçîn) di 22’yê Tîrmeha 2024’an de li qada Zapê ya Başûrê Kurdistanê di şer de şehîd bû.

Malbata Akçîn, ji bo Akçîn li mala xwe ya li Taxa Firatê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê şîn danî.

Şîna Akçîn, bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Jiyana Xwe ji Dest Dayîn re (MEBYA-DER) û bi tevlibûna endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, siyasetmedarên DEM Partî û DBP’î bi girseyî hate ziyaretkirin.

Girseya ku li ser Pira Ahmet Kaya hate gel hev, bi dirûşma “Şehîd namirin” heta cihê şînê meş li dar xist.