ROJANE
Hemû Nûçe
-
Polîsan merasîma sersaxiyê ya ji bo gerîla Abdûrrahîm Erzen asteng kir
Ji bo gerîlayê HPG’ê Abdûrrahîm Erzen (Gabar Botan) ê ku 4’ê Sibata 2025’an li herêma Zapê di şer de şehîd bû, li Mala Şînê ya Cûdî ya li navçeya Cizîr wê konê sersaxiyê hatiba danîn, lê belê polîsan merasîma sersaxiyê asteng kir. -
Cezayê hepsê li endamên Komîteya Amadekar a Newroza Amedê hate birîn
Doza derheqê 6 endamên Komîteya Amadekar a Newroza Amedê ya sala 2016’an de ji nû ve hate dîtin û li endaman cezayê hepsê hate birîn. -
KCÊ-E’yê Cejna Êzidiyan pîroz kir
Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) Cejna Çarşema Sor pîroz kir û ji bo pîrozbahiya cejnê banga tevlîbûnê kir. -
Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Parêzerên Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê di bin tecrîdê de, ji bo dîtina muwekîlên xwe serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan. -
‘Iraq nahêle kel û pel bikevin wargehê’
Hevserokatiya Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê ragihand ku Iraq nasnameyên xelkê Mexmûrê çênake, xurek belav nake, pirsgirêkên tenduristî, îdarî û yasayî yên wargehê çareser nake û nahêle kel û pel bikevin nava wargehê. -
Biryara binçavkirina Alîkara Şaredarê Beykozê hate dayin
Têkildarî Alîkara Şaredarê Beykoz a Stenbolê Fîdan Gul bi îdîaya 'fesadî di îhaleyê de kiriye' biryara binçavkirinê hate dayin û li mala wê lêgerîn hate kirin. -
'Desthilatdarî herî zêde ji yekbûna Kurdan û kedkarên Tirkiyeyê ditirse'
Serokê Giştî yê EMEP'ê Seyît Aslan destnîşan kir ku têkoşîna hevpar êdî hîn pêkan û pêwîst e û got, desthilatdarî ji yekbûna têkoşîna gelê Kurd û têkoşîna kedkarên Tirkiyeyê ditirse. -
ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Daxwaza berdana girtiyê ji sedî 87 astengdar Aladag kirin
Nûnertiya ÎHD'ê ya Îdirê daxuyand ku rewşa girtiyê nexweşê giran Emîn Aladag ê li Girtîgeha Xarpêtê girtî ye, her ku diçe girantir dibe. -
Li girtîgeha Sîncanê tecrîd, astengkirina tedawî û muameleya xerab
Koordînasyona Şopandina Binpêkirinên Mafan da zanîn ku li Girtîgeha Hejmar 1 û Hejmar 2 ya Sîncanê mafên tenduristiyê, azadiya xweîfadekirinê, agahîgirtin û mafên civakî tên binpêkirin û ev yek tên wateya binpêkirina qedexeya êşkence û muameleya xerab. -
Cezayê hepsê li Rojnamevan Necla Demîrê hate birîn û hate tehliyekirin
Derheqê Rojnamevan Necla Demîr de bi hinceta ‘’alîkarî daye rêxistinê’’ 2 sal û mehek cezayê hepsê lê hate birîn û hate tehliyekirin. -
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Aktorê herî girîng tecrîdkirî ye
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît got, "Aktorê herî girîng ê ku karibe gavên ji bo aştî û çareseriyê biavêje Birêz Ocalan e" û diyar kir ku aktorê herî girîng hîn jî tecrîdkirî ye. -
Cenazeyê Cûma Çat hate veşartin
Cûma Çat ê ku li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da, li Mêrsînê hate definkirin. -
Heyeta Îmraliyê wê di 18'ê Nîsanê de bi Wezareta Edaletê hevdîtinê bike
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê di 18'ê Nîsanê de bi Wezareta Edaletê re hevdîtinê bike. -
DEM Partî: Me komkujiya Enfalê ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin
DEM Partiyê qurbaniyên Enfalê di salvegera 37'an de bi bîr anî û got, "Me ji bîr nekir, me efû nekir, em ê nehêlin bê jibîrkirin." -
Ji berxwedêrên Hîlwanê Çat 82 salî jiyana xwe ji dest da
Cûma Çat ku bi rengekî çalak tevlî Berxwedana Hîlwanê bû û piştî darbeya leşkerî hate girtin û êşkenceya giran lê hate kirin, 82 salî jiyana xwe ji dest da. -
Parêzer Erdogan: Divê pirsgirêka girtiyên nexweş bê çareserkirin
Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê Parêzer Yûsûf Erdogan anî ziman ku girtiyên nexweş bi rengekî neqanûnî girtî têne hiştin û got, "Ev pirsgirêk bêyî bê taloqkirin divê bê çareserkirin." -
'Gava destpêkê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e'
Cengîz Çîçek işaret bi gavên mecbûrî yên pêvajoyê kir û got, "Ji wan gavan a herî girîng bêguman azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan û sererastkirina şert û mercên wî yên kar e." -
ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
OHD: Hevkêşeya sedsalî xera bû
OHD’ê ku li Amedê 4’emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist, destnîşan kir ku bi banga Rêber Apo ya di 27’ê Sibatê de hevkêşeya sedsalî xera bûye. -
Pervîn Bûldan: Banga Aştî û Civaka Demokratîk bangek ji bo têkoşînê ye
Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan got, "Avakirina û têkoşîna civaka demokratîk qet naqede... Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi xwe bangek ji bo têkoşînê ye. Civakîkirina vê yekê parçeyek ji vê têkoşînê ye." -
ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Komkujiyên Elewiyan hate şermezarkirin
Li Mêrsînê komkujiiyên li dijî Elewiyên Sûriyeyê hate protestokirin. -
Divê girtiyên nexweş Akay û Aladag werin berdan
Di çalakiyên li Enqere û Stenbolê de, daxwaza berdana girtiyên nexweş Soydan Akay û Emîn Aladag hatin kirin. -
Cenazeyê nivîskar Îbrahîm Sungur hat veşartin
Cenazeyê siyasetmedar û nivîskarê Kurd Îbrahîm Sungur li Goristana Akkopruyê hat veşartin.