Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêber Apo yê li Îmraliyê di bin tecrîdê de û ya girtiyên din, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê ya Îmraliyê dan.
Malbata Rêber Apo yê li Îmraliyê di bin tecrîdê de û ya girtiyên din, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê ya Îmraliyê dan.
Ji bo Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş qedexeya hevdîtina bi malbat û parêzeran re, didome. Malbatan ji bo hevdîtinê serlêdanên nû kirin.
Birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyetê ya Girtîgeha Îmraliyê dan.
Bi heman rengî xwişka Omer Hayrî Konar Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinê serdana saziyên eleqeder kirin.