Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam krîza dil derbas kir

Mehmet Emîn Çam ê 73 salî yê ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Beşîrî ya Êlihê tê rehîngirtin û di lîsteya ‘’girtiyên nexweşên giran’’ a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, krîza dil derbas kir.

Rewşa Mehmet Emîn Çam giran e û rakirine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Mehmet Emîn Çam gelek nexweşiyên kronîk hene û çend rojan beriya niha jî ew rakirine nexweşxaneyê. Çam di 10’ê Nîsanê de rakirine nexweşxaneyê û di 11’ê Nîsanê de dubare şandine girtîgehê.

Lê belê piştî çend rojan şeva 16’ê Nîsanê Mehmet Emîn Çam krîza dil derbas kiriye. Anjiyo li Çam hatiye kirin û rewşa wî hê jî gelekî giran e.

Tê zanîn ku beriya niha di mejiyê Çam de tumor hatiye tespîtkirin, emeliyata dilî, katarakt û gurçikan derbas kiriye û aliyê wî yê çepê jî felc bûye. Rewşa Çam ê ku ew demeke dirêj e tevî nexweşiyên xwe yên giran jî rehîn tê girtin, ji aliyê rêxistinên mafparêz ve dubere ket rojevê.

Beriya niha jî ji bo Mehmet Emîn Çam ê ku di ‘’lîsteya girtiyên zêde nexweş’’ ya ÎHD’ê de cih digire, bangên tehliyekirinê hatibûn kirin. Lê belê tevî hemû hişyarî, bang û pirsgirêkên tenduristiyê jî Çam nehatibû tehliyekirin.