ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dema nivandina Sirri Sureyya Onder 5 rojan hat dirêjkirin
Serokê Giştî yê CHPê yê berê Kemal Kiliçdaroglu serdana nexweşxaneya ku Sirri Sureyya Onder lê tedawî dibe kir û got: “Li gorî agahiyên ku me ji bijîşkan wergirtine, dema nivandina Siri Sueyya Onder 5 rojan dirêj kirine. Em bi hevîne ku Onder baş bibe.” -
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Edaletê re hate taloqkirin
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Wezîrê Adeletê yê Tirk Yilmaz Tûnç re pêk bihata ji ber rewşa tenduristiya Sirri Sureyya Onder hate taloqkirin. -
Serdanên ji bo Sirri Sureyya Onder dewam dikin
Gelek kesên ji qadên huner, siyaset û civaka sivîl li nexweşxaneyê serdana Sirri Sureyya Onder kirin. -
Cîgira Şaredarê Beykozê hat girtin
Cîgira Şaredarê Beykozê Fîdan Gul ku di çarçoveya lêpirsîna “di îhaleyê de hîle kiriye” de roja Sêşemê hatibû binçavkirin, hate girtin. -
Desteya Giştî ya Meclîsê navber da xebatên xwe
Desteya Giştî ya Meclîsê ji ber rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder ji bo 2 rojan navber da xebatên xwe. -
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê wê li ser rewşa Onder daxuyaniyê bidin
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan wê di nava rojê de li ser rewşa SerokwekîLê Meclîsê û Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder daxuyaniyê bidin. -
Doktorên Onder: Rîska li ser jiyana wî dewam dike
Doktorên endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder daxuyaniyek dan û gotin, "Rîskên li ser jiyana wî dewam dikin." -
Serdan û peyamên piştgiriyê ji bo Sirri Sureyya Onder
Ji bo Sirri Sureyya Onder ku krîza dil derbas kir û piştî emeliyateke dirêj derbasî beşa çavdêriya awarte hate kirin, gelek peyamên piştevaniyê hatin dayin. -
Metirsiya li ser jiyana Onder hîn jî dewam dike
Nexweşxaneya Florence Nightingale ragihand ku 'Metirsiya li ser jiyana Onder hîn jî dewam dike' ku şeva 15'ê Nîsanê rakirin nexweşxaneyê û ew emeliyat kirin. -
Onder ji emeliyatê derket, di bin çavdêriya awarte de ye
Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder piştî ku krîza dil derbas kir hate emeliyatkirin û di bin çavdêriya awarte de tê hiştin. -
Emeliyata Onder hîna neqediya ye
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ragihand ku emeliyata Sirri Sureyya Onder ê ku ji ber krîza dil rakiribûn nexweşxaneyê, hîna dewam dike. -
Ji DEM Partiyê daxuyaniya têklidarî tenduristiya Onder: Rewş hîn jî cidî ye
DEM Partiyê têkildarî Sirri Sureyya Onder ê ku rakirin nexweşxaneyê got, "Ji ber ku rehê wî yê Aortê qetiya, emeliyat hate kirin. Rewşa Onder hîn jî cidî ye." -
Di îdîanameya têkildarî kuştina Dûrdû de nakokiyên raporên Jenderme û Emniyetê
Têkildarî kuştina Seyîthan Dûrdû (35) îdîaname hate amadekirin. Di îdîanameyê de nakokî balê dikişîne. -
Dr. Attia: Berpirsyariya bicihanîna bangê li ser milê dewleta Tirk e
Doktora zanista siyasetê ya Misrê Fernaz Attia işaret bi hêza çareseriyê ya banga Rêber Apo kir û got, ji bicihanîna vê yekê dewleta Tirk berpirsyar e. -
'Divê bi gavên şênber piştgirî ji îradeya çareseriyê re bê dayin'
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûk Hulaku diyar kir ku eger îradeya çareseriyê hebe divê gavên şênber bêne avêtin û got, di asta heyî de pêwîstî bi zemîneke hîn mayinde ya danûstandinan heye. -
Kalkan: Gotin têrê nake, gavên pratîkî divê
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan anî ziman ku di mijara pêvajoyê de daxuyaniyên erênî têne dayin, lê belê gavên pratîkî nehatine avêtin û destnîşan kir ku ji bo pêvajo veguhere çareseriyê divê her kes bi berpirsyariyê rabe. -
ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder krîza dil derbas kir
Endamê Şandeya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder krîza dil derbas kir. -
Kampanyaya ‘Sêşema NA Ji Cezayê Darvekirinê re’ didome
Girtiyên li 40 girtîgehên cuda ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tên ragirtin di çarçoveya kampanya “Sêşema NA Ji Cezayê Darvekirinê” de dest bi greva birçîbûnê kirin. -
Ozgur Ozel: Şefaf bin, zelal bin û werin Meclisê
Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel diyar kir ku di mijara pirsgirêka Kurd de pêvajoyeke "bênav" diqewime û got, "Şefaf bin, zelal bin. Werin Meclisê, bînin Meclisê, Meclisê bidin xebitandin." -
‘Mijara esasî yê hevdîtina bi Wezareta Edaletê re, demokratîkbûn e’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari têkildarî hevdîtina ku wê navbera Şandeya Îmralî û Wezareta Edaletê de were kirin, daxuyanî da û got, “Mijara esasî yê hevdîtina bi Wezareta Edaletê re, demokratîkbûna Tirkiyeyê ye.” -
Tulay Hatîmogûllari: Hîna me gav û îradeyeke hêjayî bangê nedîtiye
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku tevî 2 meh li ser banga Rêber Apo derbas bûne jî, hîna wan “gav û îradeyeke hêjayî bangê” nedîtiye. -
AKP'ê ji bo roja Newrozê bibe betlaneya giştî pêşnûme qanûn pêşkêş kir
AKP’ê, piştî 23 salan cara ewil ji bo roja Newrozê bibe betlaneya giştî ji meclîsê re pêşnûme qanûn pêşkêş kir. Ev pêngav piştî daxuyaniya Serokkomar Tayyîp Erdogan hat. -
Polîsan merasîma sersaxiyê ya ji bo gerîla Abdûrrahîm Erzen asteng kir
Ji bo gerîlayê HPG’ê Abdûrrahîm Erzen (Gabar Botan) ê ku 4’ê Sibata 2025’an li herêma Zapê di şer de şehîd bû, li Mala Şînê ya Cûdî ya li navçeya Cizîr wê konê sersaxiyê hatiba danîn, lê belê polîsan merasîma sersaxiyê asteng kir. -
Cezayê hepsê li endamên Komîteya Amadekar a Newroza Amedê hate birîn
Doza derheqê 6 endamên Komîteya Amadekar a Newroza Amedê ya sala 2016’an de ji nû ve hate dîtin û li endaman cezayê hepsê hate birîn.