Ji bo girtiyê nexweş Enver Yanik daxwaza azadî û darizandina adîlane hat kirin

Girtiyê bi navê Enver Yanik li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê tê ragirtin û nexweşiya wî giran e. Hevjîna wî Şukriye Yanik li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê daxuyaniyek da çapameniyê.

Malbat û hevrêyên girtiyê nexweş Enver Yanik ku li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê tê ragirtin, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê daxuyanî dan. Hevjîna Yanik, Şukriye Yanik da zanîn ku hevjînê wê nexweşê Wernicke Korsakoffê ye. Şukriye Yanik, diyar kir ku hevjînê wê di sala 2005’an de hate girtin û di sala 2010’an de hate berdan lê di 7’ê Cotmeha 2024’an de dîsa hatiye girtin.

Şukriye Yanik, destnîşan kir ku cezayê muebbeta girankirî û 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li hevjînê wê hatiye birîn û wiha pê de çû: “Kesê di dosyayê de weke şahid hate nîşandan, tekane delîla di dozê de ye. Îdia dikin ku Yanik deh cih bombebaran kiriye lê tenê wî şahidî weke delîl nîşan didin. Şahidî her tim gotinên weke ‘min bihîst-yên me ji min re wisa gotin’ bi kar anî. Ango bi xwe nebûye şahid û agahiyên yekser ber destê wî nînin. Ji bilî vê tu delîlên şênber di dosyayê de nînin.”

Şukriye Yanik, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dosyaya Yanik, di qonaxa îstînafê de bi lez û bez di nava 20 rojan de hate lêkolînkirin û erê kirin. Dosya, niha li Dadgeha Bilind e. Enver Yanik, berxwedêr û gaziyê rojiya mirinê ya 96’an e. Piştî rojiya mirinê, bi nexweşiya Wernicke Korsakoffê ket û pirsgirêkên cidî yên hafizeyê dijî. Komkujiya Ulucanlarê ya 99’an bi xwe jiya û di encama komkujiyê de bi biryara DMME’yê hat xwestin dewlet tazmînatê bide wî. Piştî komkujiyê bi nexweşiya hîdrosefaliyê ket, du guleyên di dema komujiyê de lê ketibûn di laşê wî de hene, ji hêla fîzîkî ve rewşa wî aloz bû û hwd. Yanik, di 19’ê Kanûna 2000’ê de komkujiya girtîgehan jiya. Di sala 2003’yan de ji ber nexweşiyên xwe, bi rêya kampanya û rapora ATK’ê hate berdan. Di Cotmeha 2024’an de hate girtin û di hefteya ewil de ser hişê xwe çû, şekir û tansiyona wî bilind bû û pirsgirêka dil jiya.”

Şukriye Yanik, axaftina xwe wiha qedand: “Enver Yanik bila bi awayekî adilane were darizandin û em dixwazin girtiyekî nexweş ê ku 20 sal in ji welat neçûye were demildest were berdan. Em dixwazin demildest mercên berdana Yanik bên avakirin. Darizandina adilane, maf e. Azadî ji girtiyên nexweş re, azadî ji Enver Yanik re.”