Barrot: Divê guh bidin mafên Kurdan
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot piştî hevdîtina bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, diyar kir ku divê maf û berjwendiyên Kurdan bi temamî li ber çavan were girtin.

Barrot li ser hesaba xwe ya X’ê wêneyê hevdîtina xwe ya bi Mazlûm Ebdî re parve kir û wiha nivîsî: “Bi Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm re. Em 10 sal in li dijî DAÎŞ’ê mil bi mil şer dikin.”
Wezîrê Karên Derve destnîşan kir ku di pêvajoya veguhastinê ya li Sûriyeyê de divê maf û berjewendiyên Kurdan bi temamî li ber çavan were girtin.
Barrot wêneyên hevdîtina xwe ya bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, lîderê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesût Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û lîderê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî re jî parve kir.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot wiha got: “Fransa ji bo azadiyê û li dijî terorîzmê bi Kurdên Iraqê re di nava hevkariyê de ye. Piştevaniya me tam e.”