Girtiyê nexweş Emrecan Demîr ku di hevdîtina telefonê ya heftiyane de bi malbata xwe re axivî, ragihand ku hem serlêdanên wî yên revîrê û hem jî daxwazên wî bêbersiv dimînin.
Demîr diyar kir ku bijîşkê revîrê derman jê re nanivîsîne. Malbata Demîr ji ber xemsariya tenduristiyê bi fikar e.
Emrecan Demîr ê ku di sala 2016’an de li Antalyayê hat girtin û 50 car cezayê girtîgehê ya heta bi hetayê ya girankirî lê hat birîn, di sala 2020’an de sewqî Girtîgeha Tîpa H ya Eskîşehîrê, di Kanûna 2024’an de jî sewqî Girtîgeha Tîpa S ya Kavakê hatibû kirin. Demîr demeke dirêj di girtîgehên ku qawişên siyasî nîne de li hucreyên yek kesî tê girtin û hemû serlêdanên li dijî tecrîdê bêencam dimînin.