Destûr ji dermankirina dîlgirtî Emrecan Demîr nayê dayin
Emrecan Demîr ê ku li Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsûnê girtî ye, li gel bi dehan daxwaznameyan jî sewqî doktor nayê kirin.
Emrecan Demîr ê ku li Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsûnê girtî ye, li gel bi dehan daxwaznameyan jî sewqî doktor nayê kirin.
Li girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê, êşkence û binpêkirina mafên mirovan a li hemberî girtiyan gihîştiye asteke giran. Li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê ya Samsûnê Emrecan Demîr ji ber reaksiyonên alerjîk gelek caran daxwazname nivîsî. Lê belê revîra girtîgehê li gel rewşa cidî ya Demîr jî nenivîsand ku divê sewqî doktor bê kirin.
Li gorî agahiyan doktorê revîrê red kiriye ku ji bo dermankirina Demîr derman binivîsîne. Malbatê diyar kir ku ew ji tenduristiya Demîr bi fikar in û bang kir ku li hemberî girtî hiqûqa dijminane neyê bikaranîn.