Qirkirina Ermeniyan hat bibîranîn: Dev ji înkarê berdin
110’emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan li gelek bajaran hat bibîranîn. Di çalakiyan de banga edaletê hat kirin û xwestin înkar bi dawî bibe.
110’emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan li gelek bajaran hat bibîranîn. Di çalakiyan de banga edaletê hat kirin û xwestin înkar bi dawî bibe.
Bi wesîleya 110’emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.
EDENE
Komîteya Li Dijî Nîjadperestî û Cudakariyê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Edeneyê li avahiya komeleyê daxuyanî da. Ji bo qurbaniyên qirkirinê mûm hatin pêxistin. Yaşar Gokoglû yê ÎHD’î di çalakiyê de axivî û anî ziman ku Ermenî ne tenê nehatin qetilkirin, di heman demê de mal, milk, bîranîn û dîroka wan jî hatin desteserkirin û got, “Em ji sala 2005'an û vir ve her di 24'ê Nîsanê de heman daxwazê tînin ziman: Înkarkirina qirkirinê berdewamiya qirkirinê ye. Înkarê bi dawî bikin. Edalet hîn jî pêk nehatiye.”
MÊRSÎN
Li Mêrsînê gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniya li Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê bûn. Rêveberê ÎHD'ê Gazî Încî daxuyaniya hevpar xwend.
HATAY
Şaxa ÎHD'ê ya Hatayê li avahiya komeleyê daxuyanî da. Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Servet Ustun Akbaba kesên di Qirkirina Ermeniyan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û daxwaza edaletê kir.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê jî bi wesîleya Roja Bîranîna Qirkirina Ermeniyan li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Caner Canli diyar kir ku di destpêka sedsala 20'an de li dijî gelên Xiristiyan, Ermenî, Yewnan û Asûrî yên li axa Asyaya Biçûk û Mezopotamyayê dijîn qirkirin pêk hatin.
RIHA
Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê Îsmaîl Tutal di bîranînê de axivî û diyar kir ku qirkirin bi înkarê dewam dike. Tutal bi bîr xist ku derbarê kesên bertek nîşanî qirkirinê didin doz hatine vekirin û xwest dawî li înkarê bê anîn.