ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Di 6 rojan de 172 kes hatin girtin
Ji hezar û 418 kesên ku di 6 rojên dawî de hatin binçavkirin, 172 jê hatin girtin. -
Rûniştinên Kongreya Xwecihî û Herêmî ya 2025’an a Konseya Ewropayê dest pê kir
Şandeya DEM Partiyê ji bo civînên kongreyê hat Strasbourgê, bi Raportorên AK-YBK'ê yên Tirkiyeyê David Eray û Bryony Rudkin û şandeyên Îtalya û Swêdê re hevdîtin pêk anî. -
Li Stenbolê 64 kes ji ber çalakiyên protestoyî hatin girtin
Ji 206 kesên ku bi hinceta beşdarî çalakiyên protestokirina girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bûne, hatibûn binçavkirin 64 kes jê hatin girtin. -
Hejmara kesên binçavkirî bû 1418
Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Alî Yerlîkaya ragihand ku di çalakiyên protestokirina binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû de hezar û 418 kes hatin binçavkirin. -
Zeynep Kuray jî di nav de 7 rojnamevan hatin girtin
Li Stenbolê Zeynep Kuray jî di nav de 7 rojnamevan hatin girtin. -
Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Parêzerên Rêber Apo ji bo dîtina muwekîlê xwe, serlêdaneke nû kirin. -
'Kes nikare daxwaza bi milyonan mirovî ji nedîtî ve bê'
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser daxwaza bi milyonan mirovî ya li Newrozê û got, "Bi milyonan mirovî gotin, 'Daxwaza me ya esasî azadiya Birêz Ocalan e'." -
Ozel: Em nasekinin, em ê timî wan bitirsînin
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel çû serdana Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû yê girtî. Ozel got, “Em nasekinin, em ê timî wan şaş bikin, bitirsînin û em ê hîn xurttir bibin.” -
Li Enqereyê herî kêm 30 xwendekar hatin binçavkirin
Li Enqereyê di serdegirtina malan de bi hinceta tevlî çalakiyên şermezarkirinê bûne herî kêm 30 xwendekar hatin binçavkirin. -
Egîtîm-Sen a ku li ber zext û bêhiqûqiyê rabû, kete ber lêpirsînê
Dadgeriya li Tirkiyeyê ku di bin kontrola desthilatdariyê de ye, vê carê li hemberî endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya Egîtîm-Senê dest bi lêpirsînê kir. -
Li Enqereyê çalakî dewam dikin
Çalakiyên şermezarkirinê yên piştî girtina Îmamoglû destpê kirin, bênavber dewam dikin. Li Enqereyê polîsan êrîş birin ser çalakiyan û gelek kes binçav kirin. -
Besê Hozat: Bêyî garantiya qanûnî û hiqûqî ev pêvajo bi rê ve naçe! - NÛ BÛ
Besê Hozat anî ziman ku hikumetê ji bo pêşveçûna pêvajoyê ti gav neavêtiye û got, "Pêwîstiya bingehîn a çekdanîna PKK'ê avakirina bingeha hiqûqî û siyaseta demokratîk e. Heta ku ev nebe PKK nikare dest ji çekê berde, nikare xwe fesih bike. Ev zelal e." -
Di Newroza Stenbolê de beyana îradeyê: Em bi Rêber Apo re ne
Kurdan di Newroza Stenbolê de careke din dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd re nîşan dan. Îradeya xwe bi xurtî beyan kirin ku ew heta dawiyê bi Rêberê xwe re ne. -
Ozaras: Baro wê bêdeng nebin
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras nerasîbûn nîşanî dûrxistina ji wezîfeyê ya rêveberiya Baroya Stenbolê da û got, dixwazin hemû baroyan bêdeng bikin, lê wê bêdeng nebin. -
ROJEVA 25'Ê ADARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Konseya Ewropayê bertek nîşanî girtina Îmamoglû da
Serokê Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewropayê Marc Cools biryara girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bi tundî şermezar kir û xwest demildest bê berdan. -
Ayşegul Dogan: Êdî rêya Îmraliyê vekin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku divê demildest bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk were û got, “Êdî rêya Îmraliyê vekin." -
Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê lêpirsîn hat destpêkirin
Hate ragihandin ku Waliyê Enqerê li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê bi îdîya ‘zirara cemeweriyê’ lêpirsîn daye destpêkirin. -
Li gelek zanîngehan boykot, li Enqereyê êrîşa nijadperestî
Piştî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû li gelek zanîngehên Tirikyeyê ders hatin boykotkirin û çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. -
Li sê bajaran 10 parêzer hatin binçavkirin
Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê Serokê Baroyê yê berê Ozkan Yucel jî di nav de bi tevahî 10 parêzer hatin binçavkirin. -
Pênc rojên dawî herî kêm 1.133 kes hatin binçavkirin
Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Alî Yerlîkaya ragihand ku di navbera 19 û 23'ê Adarê de di dema çalakiyan de 1.133 kes hatin binçavkirin. -
DFG û MKG'ê banga demildest berdana rojnamevanan kirin
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), nerazîbûn nîşanî binçavkirina rojnamevan ên li Stenbol û Îzmîrê dan û banga demildest berdana wan kirin. -
Li Rûsyayê coşa Newrozê - NÛ BÛ
Kurdistanî û dostên wan bi coşeke mezin li gelek bajarên Federasyona Rûsyayê, bi dirûşma “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” cejna Newrozê pîroz kirin. -
Nasir Yagiz radestî Tirkiyeyê hate kirin
Siyasetmedarê Kurd Nasir Yagiz ji aliyê Rûsyayê ve radestî Tirkiyeyê hate kirin.