Xizmên windayan li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalakî kirin

Di çalakiyên li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê de aqûbeta kesên di dîrokên cuda de di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin hate pirsîn.

Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li aqûbeta kesên li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê di bin çavan de hatin windakirin û qetilkirin pirsîn.

AMED

Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan berdewam kirin. Di çalakiya ku di hefteya 848'an de ye, pankarta ku wêneyên kesên hatin qetilkirin li ser hat vekirin. Di daxuyaniyê de dowîzên bi nivîsa "Parastina kiryaran tê wateya aligirê sûc" û "Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborî tune ye" hatin hilgirtin.

Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmetcan Ayşîn ê li gundê Mizag ê navçeya Licê ya Amedê hat binçavkirin û piştre hat windakirin hat pirsîn.

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz got: "Ji vir em careke din soza xwe ya bi dayikan re nû dikin; heta kiryar bên dîtin wê têkoşîna me bidome."

Çîroka windakirina Ayşîn ji aliyê Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Firat Akdenîz ve hat xwendin.

Çîroka Ayşîn ê winda wiha ye: "Di 5'ê Gulana 1994'an de leşkeran bi ser gund de girt. Di serdegirtinê de 53 ciwan û extiyarên gund hatin binçavkirin. Yek ji kesên hatin binçavkirin Mehmetcan Ayşîn bû. Roja piştî serdegirtinê 49 kes serbest hatin berdan. Piştî 6 rojan ji xeynî Mehmetcan, her sê kesên din jî hatin berdan. Piştî vê malbat diçe qereqolê, lê qereqol dibêje wê wî bibin dozgeriyê û paşê berdin. Lê Mehmetcan Ayşîn ne sewqî dozgeriyê tê kirin ne jî tê berdan.

Malbata Mehmetcan Ayşîn ji ber ku nekarîn agahiyekê bi dest bixin, li saziyên dewletê geriyan. Malbatê ewil serî li Dadgeha Ewlekariya Dewletê dide, lê serlêdana wan bêyî ku bê kirin tê redkirin. Li ser vê yekê malbat serî li Walîtiya OHAL'ê dide, lê berê wan didin Fermandariya Asayîlê ya Licê. Fermandarî dibêlje wê rojê tu operasyon li dar nexistine û kesê navborî binçav nekirine. Ji 7'ê Gulana 1994'an û vir ve tu agahî ji Ayşînê nayê girtin."

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÊLIH

Li Êlihê ÎHD û xizmên windayan di hefteya 684'an de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê hatin cem hev. Di çalakiya ku pankarta bi nivîsa "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat vekirin, gelek kes amade bûn.

Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Ahmet Şiray diyar kir ku divê têkoşîneke li gorî ruhê pêvajoyê pêş bikeve û bang li dewletê kir ku gavên pêwîst biavêje. Piştre Şiray çîroka windakirina Kadrî Yilmaz ê ku di Nîsana 1994'an de li navçeya Rezan a Amedê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin, xwend.

CENAZE NEDAN MALBATÊ

Çîroka windakirina Yilmaz wiha ye: “Li gorî îfadeyên malbatê Kadrî Yilmaz li Amedê dijiya. Di Nîsana 1994’an de beşdarî daweta xizmekî xwe bû. Polîsan avêt ser wê daweta ku li Rezanê pêk hat û Kadrî, birayê wî û 3 kesên ji dawetê hatibûn binçavkirin. Yilmaz ê ku li ber çavê bi sedan kesî hat binçavkirin û nehat berdan, tevî hemû serlêdanan jî nehat dîtin. 

Piştî bûyerê bi 8 rojan malbat bi rêya nasên xwe yên li Licê hîn bûn ku leşkeran 3 cenaze anîne mizgeftê û di çala ku li ber Dibistana Seretayî ya Herêmê ya ku wekî baregeheke leşkerî tê bikaranîn de hatine definkirin. Malbatê diyar dike ku yek ji cilên cenazeyên li mizgeftê yên Kadrî bûye, lê cenaze nedane malbatê. Kadrî Yilmaz hîn winda ye û cenazeyê wî nehatiye dîtin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

COLEMÊRG 

Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 174'an de li Kolana Sanat a navçeya Geverê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan hatin vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Enter Ozdemîr û Bapîr Çîtak ên ku li gundê Geliyê Tiyare yê navçeya Çelê dijiyan û ji aliyê leşkeran ve bi darê zorê ew birin operasyonê û hatin qetilkirin, hat pirsîn.

Hevseroka Şaxa ÎHD'ê Sîbel Çaprazê jî got: "Me Enter Ozdemîr û Bapîr Çîtak ên ku daxwazên malbataên wan bi salan e bêbersiv dimînin, ji bîr nekiriye."

Sîbel Çaprazê xîtabî rayedaran kir û got, "Divê bi lêpirsîneke bi bandor demildest kiryar bên d.îtin û cezayê pêwîst bê dayîn. Em ê tu carî dest ji lêgerîna edaletê ya ji bo Enter Ozdemîr û Bapîr Çîtak bernedin."

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÎZMÎR 

Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê vê hefteyê jî çalakiya xwe ya windayan berdewam kir. Di çalakiya ku li ber Sûmerbanka kevin a Konakê hat lidarxistin de pankartên bi nivîsa "Winda wijdan in, xwedî li wan derkeve" û "Kiryar diyar in, winda li ku ne" hat vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta xwendekar Husamettin Yaman û Mehemet Soner Gul" ku gava xwebdekarê zanîngehê bûn, 33 sal in winda ne.

Rêveberê Şaxa ÎHD'ê yê Îzmîrê Caner Canli jî diyar kir ku di 4'ê Gulana 1992'yan de kesê ku telefonê birayê mezin ê Husamettîn Yaman Feyyaz Yaman kiriye ragihandiye ku Husamettîn Yaman û Soner Gul hatine binçavkirin û got, "Malbata Yaman û Gul destpêkê serî li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê û piştre jî ji bo hemû saziyên têkildarî Mafên Mirovan ên Stenbolê dan. Komeleya Mafên Mirovan û Rêxostina Efûyê ketin nava liv û tevgerê. Malbata Yaman 2 salan di bin çavdêriya polîsan de man. Li qada daristanê lêpirsîn li wan hat kirin û gotina wan a dawî; 'Dê rûmeta mirovahiyê êşkenceyê têk bibe' bû."