Bila girtiyên nexweş Emîn Gurban û Ekîm Polat bên berdan!

ÎHD’ê diyar kir rewşa tenduristiya girtiyên nexweş Emîn Gurban û Ekîm Polat herku diçe xirabtir dibe.

GIRTIYÊN NEXWEŞ

Înîsiyatîfa Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş di hefteya 577 a çalakiya xwe de li Cadeya Sakarya hatin ba hev. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e, nayê astengkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan” hate hildan. Hat diyarkirin ku rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Emîn Gurban ê ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Eregliyê girtî ye, herku diçe xirabtir dibe.

Komîsyona Girtîgeha Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê di hefteya 685’an a çalakiya “Rûniştina F” de, li ber avahiya komeleyê daxuyanî da. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Ekîm Polat ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Tekîrdagê girtî ye. Di daxuyaniyê de pankartên “Tedawî maf e, nayê astengkirin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hatin hildan û dirûşmeyên “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hatin berzkirin.