ROJANE
Şandeya Ewropî ya ku di çarçoveya kampanyaya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” de hate Stenbolê, daxuyaniyek da û xwest ku Rêber Apo û girtiyên din ên siyasî bêşert werin berdan.
Rêber Apo peyamek ji heyeta Ewropî re şand, ku dixwaze pê re hevdîtinê bike û got, "Hêvî dikim ku di atmosfereke welê de ku civaka demokratîk bê avakirin, em rû bi rû hevdu bibînin."
Tê payîn ku Rêber Apo di nava meha Tîrmehê de bangekî dîrokî bike. Tê ragihandin ku PKK’ê wê li ser vê bangê li Başûrê Kurdistanê gavekî krîtîk biavêje.
Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dikevin hefteyeke krîtîk. Vê hefteyê tê hêvîkirin ku li Meclisê komîsyonek were avakirin û banga nû ya ku Rêber Apo bike wê rêveçûna pêvajoyê diyar bike.
Heyeta navneteweyî ya ji 39 kesan, ku ji bo rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji Ewropayê hat Tirkiyeyê, serdanên xwe dewam dike.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
Ji girtiyên PKK û PAJK’ê ji bo Kaytan û Altûn peyam
Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê bi peyamek nivîskî, ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi bîr anîn û gotin: “Em ê xwedî li mîrate û kevneşopiya rêxistinbûnê ya wan derkevin û têkoşînê bigihînin serkeftinê.”
-
Ji Rêber Apo peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye
Rêber Apo: “Pêdivî bi peymaneke nû ya li ser bingeha xwişk-biratiyê heye. Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye. Wesfa têkiliyên Tirk-Kurdan pir cuda ne, tişta xera bûyî jî têkiliya xwişk-biratiyê ye.”
-
-
-
-
-
-
-
-
-
Altûn û Kaytan li Londonê hatin bîranîn
Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Londonê bi merasîmeke girseyî hatin bîranîn. Ji bo bersiva li bîranîna wan jî hate destnîşankirin ku wê têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin.
-
-
-
Bîranînên ji bo Kaytan û Altûn dewam dikin
Di bîranînên ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de wiha hate gotin, “Ew xwe birêxistin kirin, gelê xwe birêxistin kirin û rêxistinbûnekî ava kirin. Tişta ku dikeve ser milê me jî ew e ku vê heqîqetê rast fêm bikin û jiyanî bikin.”
-
Karasû: Ji bo hevrê Fûat fikrê hevpar girîng bû
Mûstafa Karasû, diyar kir ku ti carî Kaytan tevî ku bêhtir hilberîn dikir jî helwestek ku dixwaze ‘li pêş be’ raber nekiriye û got ku fikrên xwe weke fikreke hevpar a hevrêyên xwe nîşan da.
-
-
Li Dersimê ji bo Kaytan û Altûn merasîmeke bi heybet
Li Dersimê beriya meşa ku ji bo bîranîna kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hatî kirin, dorpêça li ser Qada Seyîd Riza di encama berxwedanê de hate rakirin û bi hezaran kes ber bi qadê ve meşiyan.
-
-
Xizmên windayan li 4 bajaran bang kirin
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalakî lidar xistin û aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin, pirsîn.
-
-
Cemîl Bayik: Em manîfestoya duyemîn pêş dixin
Cemîl Bayik got, “Tevgera Apoyî her tim mîna avê diherike” û ragihand ku ew li ser esasê çareseriya pirsgirêkên azadî û demokrasiyê yên gelen Rojhilata Navîn û mirovahiyê, ‘manifestoya duyemîn’ pêş dixin.