Endamên CHP’ê serdana şîna Onder kirin

Şaredarên CHP’ê û gelek kesan serdana şîna endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder a li warê wî Semsûrê kirin.

Şîna Sirri Sureyya Onder a li warê wî Semsûrê di roja 2’yan de ye. Di saetên siharê de bi sedan kesan serdana şînê kirin û sersaxî xwestin. Di serî de Semsûr, Dîlok, Riha, Mereş, Meletî û Amed, ji çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê hezkiriyên Onder serdana şînê kirin û sersaxî xwestin.

Birayê Sirri Sureyya Onder Alî Onder û malbata wî beşdarên şînê pêşwazî kirin. Parlamenterên DEM Partiyê Alî Bozan, Dîlan Kunt Ayan, Ferît Şenşayar, Omer Ocalan, Sevîlay Çelenk, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Riha û Semsûrê jî beşdarî şînê bûn.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar jî beşdarî şînê bû. Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere û şandeya CHP’î ya pê re sersaxî dan malbatê.

Serdanên ji bo şînê didomin.