Ji ber hepsa malê karê wî ji destê wî diçe

Mehmet Ozcan ê ku zêdeyî 2 meh û nîv e hepsa malê dane wî anî ziman ku ji ber vî cezayî mexdûr dibe û got: “Jiyana min a kar hebû, ez esnafekî biçûk bûm lê ew jî ji dest diçe.”

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî HDK'ê dabû destpêkirin de, 18’ê Sibatê li 10 bajaran di serdegirtina malan de rojnamevan, sendîkavan, hunermend û siyasetmedar jî di nav de 50 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn binçavkirin. Ji 50 kesan 30 kes hatin girtin, 13 kes cezaya hepsa malê girt û 7 kes jî bi şerta kontrola edlî hatin berdan. Bi ser van girtinan nêzî 80 roj derbas bû. Derbarê hin kesan de dozname hatin amadekirin, lê ji  bo kesên di hepsa malê de ne nehate amadekirin. Endamê Partiya Kedê (EMEP) Mehmet Ozcan ku yek ji kesên ku di hepsa malê de ye ji ANF’ê re axivî.

Ozcan ewilî bûyerên di 18’ê Sibatê de vegot û wiha got: “Ez 25 sal in li heman cihî dijîm. Tîmên tevgera taybet ên bi çek ku bi şev taxê dorpêç kirin, bi panzer û tankeran bi ser malê de girtin. Deriyê şikandin. Ev hemû di sê deqîqeyan de çêbû. Ketin nava mal, telefona min girtin û min li erdê dirêj kirin. Piştre dîtin ku ez li malê bi tenê dijîm û bi temen im li gorî min kirina wan bi xwe jî li van dûrî aqil hat. Di pêvajoya binçavkirinê de ji xeynî sînorkirina azadiyê tîştekî bi darê zorê nebû, lê me dozger nedît rasterast dadger biryar da. Jixwe her tişt hatibû amadekirin.”

Ozcan bi lêv kir ku 2 meh û nîv bi ser cezayê wî de çûye lê hîna îdianame nehatiye amadekirin û wiha got: “Ya ewil ez nizanim bi çi têm sûcdarkirin. Ya duyemîn jî çend îdianame hatin amadekirin, em dibihîzin 20 rûpelên ewil ên hemûyan bi heman şablonê hatiye amadekirin. Di dosyaya min de tîştek ecep heye. Wêneyek heye, di wêneyê de pankart û li pişt pankartê mirov hene, di pankartê de nivîsa ‘Bila xwendekarên girtî werin berdan’ heye. Di dosyaya min de qismek rojnameyê heye. Di nûçeyê de hatiye nivîsandin ku xwendekarê bi navê Mehmet Ozcan hatiye girtin û ji bo wî çalakî hatiye kirin. Gelo van tîştan bi aqlê çêkirî dibînin? Ez fêm nakim çawa ji ber heman navê dosya çêdikin. Ez beriya 15-30 salan ne di temenê xwendekarê zanîngehê de bûm.”   

Ozcan destnîşan kir ku ew tenê di 23’ê Nîsanê de dema erdhej çêbûye derketiye lê dîsa jî polîsan wî geriyane û gotine tu ji derve xuya dikî û wiha got: “Ez ji xeynî erdhejê ji mal derneketim. Tevî ku li mal im jî digerin û dibêjin tu ji derve xuya dikî. Pergala ku ji bo hepsa malê çêkirine têk diçe, ez bi hevalên din re jî diaxivim, heman tişt li wan jî dikin.

Ji derveyî vê ez tenê jiyan dikim. Dema ku ev ceza dan, min got ez ê çopa xwe çawa biavêjim? Pêwîstiyên xwe çawa pêşwazî bikim. Lê qet guh nadin gelo derfetên te hene yan ne. Ger ne ji piştgiriya dost û hevalan be ez nikarim çopa xwe jî biavêjim. Jiyana min a kar hebû, ez bi tenê kar dikim, esnafekî biçûk bûm lê ew jî ji dest diçe.”