Balûken: Pêwîst e em hişyar bin
Îdrîs Balûken ê HDP'yî hişyar kir ku mimkun e beriya dengan bînin edliyeyê biguherînin û banga amade bin, li muşahîd û gel kir.
Îdrîs Balûken ê HDP'yî hişyar kir ku mimkun e beriya dengan bînin edliyeyê biguherînin û banga amade bin, li muşahîd û gel kir.
Îdrîs Balûken ê HDP'yî hişyar kir ku mimkun e beriya dengan bînin edliyeyê biguherînin û banga amade bin, li muşahîd û gel kir. Balûken got, "Îşev wê ti pîrozbahî û hwd. neyên kirin. Hîleyên sindoqan piştî nîvê şevê derdikevin.”
Parlamenterê HDP’ê û endamê Heyeta Aştî û Muzakereyê ya Îmrali Îdrîs Balûken ê ji ANF'ê re axivî têkildarî ewlekariya sindoqan hişyarî kir…
'WESAYÎTÊN BÊ PLAKA LI PEY HÎLEYAN E'
Balûken anî ziman ku wesayîtên bê plaka yên li dibistanan tên rawestandin li pey hîlayan in û got pêwîst e nûnerên partiyên siyasî yên li dibistanan wezîfedar û parêzer girtekan amade bikin û gilî bikin.
'HETA GIRTEKA BI MORA ŞIL NEYÊ WERGIRTIN DIVÊ SINDOQAN TERK NEKIN'
Balûken diyar kir ku wezîfedarên sindoqan heta girtekên bi mora şil wernegirin divê ji ser sindoqan neçin.
'DIVÊ EM AMADE BIN TEYAKKUZ İÇİNDE OLUNMALI'
Balûken ê bang li gel kir got: "Helwesta gelê me girîng e; teqez heta encamên fermî neyên aşkerakirin, çi li ser sindoqan çi li hember hîleyan divê amade bin. Wê hin nûçeyên ne rast belav bikin divê gelê tenê guh bide daxuyaniyên partiya me.”
'HETA NAVENDA GIŞTÎ DAXUYANIYÊ NEDE DIVÊ TI WEZÎFEDAR JI SER SINDOQAN NEÇIN'
Balûken anî ziman ku wê êvarî ti pîrozbahî neyên kirin û wiha dewam kir: "Wê îşev ti pîrozbahî û hwd. pêk neyên. Hîleyên sindoqan piştî nîvê şevê derdikevin holê. Bi taybet rehawet û serxweşiya serketinê ji aliyê dizan ve tê dagirtin. Heta navenda me ya giştî daxuyaniyê nede divê kesek ji ser sindoqan neçe.”