Li Serhedê hîleyên hilbijartinê

Li bajarê Serhedê bi sed hezaran hilbijêr li ser sindoqan e. Ji bikaranîna pisûlayên bêmor heta hewldanên dûrxisitna çavdêrên HDP'yî ji dora sindoqê, gelek binpêkirin rû didin.

Li bajarê Serhedê bi sed hezaran hilbijêr li ser sindoqan e. Ji bikaranîna pisûlayên bêmor heta hewldanên dûrxisitna çavdêrên HDP'yî ji dora sindoqê, gelek binpêkirin rû didin. Rêveber û namzetên AKP'ê yên parlamenteriyê zextê li gel dikin û hewl didin bi vî rengî dengan berhev bike. 

LI ÎDIRÊ 109 PISÛLA BÊMOR HAT QEYDKIRIN

Li Lîseya Anadolû ya Îdirê, ji sindoqa bi hejmara 1122'an 109 pisûlayên bêmor derket. Li ser mijarê rapor hat amadekirin. Dengên hatin bikaranîn nederbasdar hatin hesibandin û Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Bajêr da.

LI QERSÊ ÇAVDÊRÊN HDP'YÎ DERXISTIN DERVEYÎ DIBISTANÊ

Cihekî din ê destwerdan li sindoqê hat kirin bajarê Qersê ye. Li gundê Olûklû yê navçeya Selîmê, Qeymeqamê Navçeyê bêyî ku sedemekê nîşan bide yekser çavdêrên HDP'yî derxist derveyî dibiistanê. Li navçeya Sûsûz jî hat ragihandin ku Şaredarê AKP'yî Cengîz Yildiz li ser sindoqa bi hejmara 1005 rûniştiye û zextê li gel dike. Li navenda Qersê, 3 kesên hewl didan li şûna hinekan deng bikar bînin hatin binçavkirin. Şaredarê Akyakayê Umît Karaaslan jî dema li ser sindoqa bi hejmara 1001 rûniştibû û zext li gel dikir, ji aliyê HDP'yiyan ve hat zevtkirin.

LI AGIRÎ LI DU SINDOQAN MORA YSK LI PISÛLAYAN NEHAT XISTIN

Li gundê Oklavali yê bajarokê Yucekapisi yê navçeya Agirî Zêtkanê, derket holê ku li pisûlayên ji sindoqên bi hejmara 1031 û 1032 derketin mora Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê nehatiye xistin. Li ser vê yekê dengdayîn hat sekinandin. Çavdêrên ÎHD'ê dest li rewşê werdan û serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê dan. Desteyê jî biryar da ku piştî vekirina sindoqê mor li pisûlayên bêmor were xistin.

LI BÊGIRÎ AKP'YÎ GEFÊ LI GEL DIXWIN

Li taxa Keçîkiran a navçeya Wan Bêgirî, piştî êrîşa AKP'yiyan, malbata AKP'yî raihişt çekê û gef li mirovan xwar. HDP'yî ji bo deng bikar bînin bi saetan li herêmê disekinin.

QEYMEQAMÊ PAYÎZAVAYÊ YILMAZ ZEXTÊ LI GUNDIYAN DIKE

Qeymeqamê Payîzavayê Metîn Yilmaz jî li navendên dengdayînê geriya û heqaret li çavdêrên HDP'yî kir. Qeymeqam Yilmaz her wiha ferman da leşker û polîsan. Zexta Qeymeqam a li gundiyan jî dewam dike.

Namzetê parlamenteriyê yê AKP'ê Abdulselam Er li gundê Karahasan ê navçeya Mûş Milazgirê, li dibistana gund bi leşkeran re gef li gundiyan xwar.

BEDLÎS

Tevî ku li gundê Xumaç ê Bedlîsê qereqol lê nîne, derket holê ku leşkeran deng lê bikaranîne. Hat ragihandin ku HDP'yî wê bi rêya parêzeran li dijî vê rewşê îtiraz bikin. Tê îdîakirin ku ev leşkerên deng bikar anîne ji Qereqola Jendermeyan a Bolukyazi hatine.

NORŞÎN

Hat ragihandin ku li gundê Mîşaxşîn ê navçeya Bedlîs Norşînê, ku di heman demê de gundê Serokê AKP'ê yê Norşînê Ozturk Oguç e, li şûna jinan mêr deng bikar tînin. Li gorî agahiyan, Oguç bi çeka xwe ya şexsî li dibistanên navçeyê digere, wêneyên çavdêrên HDP'ê kişandye û gefê li HDP'yiyan dixwe.

Li gundê Perxent ê Bedlîsê, welatiyekî li ser navê kesekî din ê ne li Bedlîsê e deng bikar anî û HDP'yiyan dest li rewşê werdan. Li ser vê yekê HDP'yî li êrîşa fîzîkî û sixêfan a cerdevanan rast hati

MOTKÎ

Li gundê Mermernt ê navçeya Bedlîs Motkiyê, çavdêrên HDP'yî li dibistana lê deng dihat bikaranîn rastî zexta AKP'yî û jendermeyan hatin û bi zorê ji cihê dengdayînê hatin derxistin.

Li ser vê yekê HDP'yî û parêzer Bakir Yazi çûn cihê bûyerê, lê ew jî di bin çavdêriya jendermeyan de rastî lêdanê hatin. Her wiha bi çekê gef li wan hat xwarin.

Serkêşiya êrîşê Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr ê AKP'yî Mehmet Reşît Acûn û Sercerdevan Kenan Kaya kirin. Van şexsan xwestin bi çekê êrîşî HDP'yiyan bikin. Piştî ku gundî ketin navberê HDP'yî neçar man ji gund derkevin.

HDP'yî hatin Motkî û gilî kirin. Heta niha dozgeriyê tiştek nekiriye. Dengdayîna li gundê Mermerntê bêyî çavdêrên HDP'ê dewam dike.

Hat ragihandin ku Sercerdevan birayê berbaz Alî Kaya yê Pirtûkxaneya Ûmût bombebaran kiribû, ye.