Jimartina dengan destpê kir

Dengdayîna li Kurdistan û Tirkiyeyê ji saet 17:00 û pê ve bi dawî bû. Jimartina dengan destpê kir.

Dengdayîna li Kurdistan û Tirkiyeyê ji saet 17:00 û pê ve bi dawî bû. Jimartina dengan destpê kir.

Dengdayîna li gelemperiya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê saet di 08:00 de destpê kir, saet di 17:00 de bi dawî bû. Bi girtina sindoqan re jimartinê destpê kir. Sindoq wê yek bi yek bên vekirin, deng werin jimartin, rapora wan bê nivîsandin û dûre endam ji Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) re bê ragihandin.

Encamên ji sindoqan derdikevin jî ancax piştî saet 21:00 bi raya giştî re bê parvekirin, ji ber ku YSK heta hingî aşkerakirina encaman qedexe kiriye. Lê belê YSK di hilbijartinên beriya niha de qedexeya heta saet 21:00 rakiribû û encamên demek zûtir de bi raya giştî re hatibû parvekirin.

Di vê navberê de, berevajî rewşa hilbijartinên beriya niha partiyên siyasî sîstema şopandina hilbijartinê avakirin.