NÛ BÛ

Li Îzmîrê ji HDP'ê der barê hîleyên hilbijartinê de daxuyanî

Namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê yên Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu û Muslum Dogan, der barê hîleyên hilbijartinê de daxuyaniyek dan.

Namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê yên Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu û Muslum Dogan, der barê hîleyên hilbijartinê de daxuyaniyek dan.

Namzetên HDP’ê yên Îzmîrê Ertugrul Kurkçu û Muslum Dogan, li hember wesayîtên bê plaqa yên di serî de li Îzmîrê û tevayî Tirkiyeyê gel hişyar kirin. Her wiha hat ragihandin ku  di serî de li Karabag li gelek deverên Îzmîrê elektrîk hatiye qutkirin.

Kurkçu li Avahiya HDP’ê ya Îzmîrê ku daxuyanî da got, têkildarî wesayîtên bê plaqa agahî dane midûriyeta polîsan ji wan re hatiye gotin ku wê nehêlin ew  wesayît derkevin trafîkê. Kurkçu ev hiştarî kir: “Piştî torbe hatin girêdan. Pêwîst e di dema torbe bên neqlkirin ji bo bi van wesayîtên bê plaqa neyên kirin, muşahid û wezîfedarên sindoqan îtîraz bikin. Em ê vê bigihînin YSK’ê jî. Dema ev jî ji holê bê rakirin em ê agahiya ku HDP’ê bend derbas kiriye bi hev re werbigirin. Heta wê deqeyê wê kesek sindoqan terk neke.

Her wiha hat ragihandin ku di serî de li Karabag li gelek deverên Îzmîrê elektrîk hatiye qutkirin.