Wesayîtên bê plaqe rê li ber fikaran vedikin
Li Kurdistan û Tirkiyeyê, wesayîtên bê plaqe yên li derdora navendên dengdayînê tên dîtin rê li ber fikaran vedikin.
Li Kurdistan û Tirkiyeyê, wesayîtên bê plaqe yên li derdora navendên dengdayînê tên dîtin rê li ber fikaran vedikin.
Wesayîtên bê plaqe yên li ber Lîseya Petrol Anadolû ya Êlihê tên sekinandin, girseya gel a li derdorê dixe nava fikaran.
Li ser vê yekê lêkolîn hat kirin û derket holê ku li derdora gelek dibistanên deng lê tê bikaranîn, gelek wesayîtên bi plaqe hene.
LI STENBOLÊ JÎ WESAYÎTÊN BÊ PLAQE DERKETIN HOLÊ
Li Sariyer, Esenler, Maltepe, Kadikoy û Bagcilar ên Stenbolê, wesayîtên bê plaqe yên li ber dibistanên deng lê tên bikaranîn hatine sekinandin, balê dikişînin.
Derket holê ku hin ji van wesayîtên li ber dibistanan, wesayîtên polîsên sivîl in.
Li hin dibistanan jî polîs ji bo wesayîtên bê plaqe dibêjin "Ew me derbas dike".