Di wesayîta bê plaqe de deng hat dîtin
Derket holê ku du wesayîtên bê plaqe yên li hewşa Dibistana Seretayî ya Huseyîn Ersû ya li taxa Malkoçoglû ya navçeya Stenbol Sûltangaziyê, wesayîtên polîsan e.

Heverokê HDP'ê yê Navçeya Sûltangaziyê Herdem Sara ji polîsan pirsî ku ev her du wesayît ên kê ne. Piştî ku polîsan bersiva "Wesayîtên polîsan e" da Sara jî got, "Çima plaqeyên wan nê pê ve ne." Li ser pirsên bi israr ên Sara, polîs neçar ma plaqeya wesayîtan pê ve bikin.
Avahiyeke şaredariyê ya li hewşa heman dibistanê, wê weke cihê komkirina dengên li Sûltangaziyê were bikaranîn. Wesayîta bê plaqe ya li ber vê avahiyê jî balê dikişîne. Hat dîtin ku ji bagaja wesayîtê kîsekî reş hatiye derxistin û anîne avahiyê.
Sara pirsa "Di vî kîsê reş ê du saet beriya jimartina dengan hat anîn, çi hebû?" kir.
Hat îdîakirin ku di wesayîta bê plaqe ya li hewşa Dibistana Navîn a Ataturk a Gungorenê jî kîsek derketiye. Piştî ku hat bihîstin, rêveberên HDP'ê yên navçeyê û parêzer ketin nava tevgerê. Parêzeran xwestin der heqê wesayîtên bê plaqe de rapor were nivîsandin. Li ser vê yekê polîsan plaqe anîn û bi wesayîtê ve kirin. Parêzerên HDP'yî dîmenê vê bûyerê kişandin û rapor nivîsandin.
Parêzer Husniye Karakûş ji bo îdîayên li ser kîsê ji wesayîtê derket anî ziman ku çavdêrên HDP'yî ji wan re ragihandine ku wan dîtine kîsek ji wesayîtê hatiye derxistin.
Li Dibistana Kazim Ozalp a Zeytînbûrnûyê jî piştî nûçeyên "wesayîtên bê plaqe" belav bûn, polîsan anîn plaqe bi wesayîtê ve kirin.