Gundê Kole dest ji boykotê berda

Welatiyên gundê Kole yê Zêtkanê, ku biryara boykotkirina hilbijartinê girtibûn, piştî ku Hevşaredarê Agirî Sirri Sakik çû gund, dengê xwe bikar anîn.

Welatiyên gundê Kole yê Zêtkanê, ku biryara boykotkirina hilbijartinê girtibûn, piştî ku Hevşaredarê Agirî Sirri Sakik çû gund, dengê xwe bikar anîn.

Gundiyên Koleyê ji ber pirsgirêka li ser erd biryar dabû ku tevlî dengdayînê nebin. Piştî ku Hevşaredarê Agirî Sirri Sakik çû gund, gundiyan dest ji boykotê berdan û çûn ser sindoqan. 

Sakik di hevdîtina xwe ya bi gundiyan re diyar kir ku ew ê hewl bide di dema herî nêz de pirsgirêka wan çareser bikin. Li ser vê yekê 200 hilbijêrên gundê Koleyê dengê xwe bikar anîn.