Namzetên Rihayê: Îdîaya dengên komî sexte ye

Wêne û nûçeyên çapemeniya alîgirê hikûmetê yên bi serenavê "Li Rihayê skandala dengê komî yê HDP'ê" hatin serwîskirin sexte ne. Namzetê HDP'ê Ayhan got, "Îdîaya dengê komî derew e."

Wêne û nûçeyên çapemeniya alîgirê hikûmetê yên bi serenavê "Li Rihayê skandala dengê komî yê HDP'ê" hatin serwîskirin sexte ne. Namzetê HDP'ê Ayhan got, "Îdîaya dengê komî derew e."

Medya hikûmetê bi serenavê "Li Rihayê skandala dengê komî yê HDP'ê" serwîs kir. Lê belê di nûçeyan de nehat gotin ku dengê "komî" li kîjan dibistanê hatiye bikaranîn.

Li aliyê hat dîtin ku wêneyên hatine weşandin jî ji malpera facebookê ya bi navê 'Ekrem Yavuklu Viranli Apoci" hatiye rakirin.

Der barê mijarê de namzetê HDP'ê yê parlamenteriyê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan axivî û got, "Derket holê ku dîmen sexte ne. Di nûçeyê de behsa cihê dengdayînê jî nayê kirin."