Alîkara Serokê PE ji ber komkujiyê nerazîbûn nîşanî Erdogan da

Alîkara Serokê PE û Parlamentera Keskan Lûnacek, ji komkujiya li Enqereyê siyaseta AKP û Erdogan berpirsyar dît.

Alîkara Serokê Parlamenta Ewropayê (PE) û Parlamentera Partiya Keskan Ûlrîke Lûnacek daxuyaniyek da çapemeniyê û komkujiya li Enqereyê şermezar kir.

Lûnacek diyar kir ku divê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davûtoglû qebûl bikin ku têkçûyî ne û got, "Pêwîste Erdogan û Davûtoglû fêm bikin ku bi siyaseta xwe ya mehên dawî re nikarin bigihêjin cihekî. Ev siyaset, xistinac pêvajoya aştiyê ye. Trajediyên bi vî rengî yên barbar nîşan didin ku divê êdî ev siyaset biguhere."

'TIRKIYE NE WELATEKÎ EWLE YE!'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tirkiye, heta ku ev otorîtetiya Erdogan hebe, ji bo Yekîtiya Ewropayê wê ne welatekî ewle be. Divê ev were zanîn."