Şeva Kopenhag veguherî civîna gel

Li gor hatibû plankirin wê îro li Danîmarkayê şeva piştevaniya Rojava çêbiba, ji ber komkujiya Enqereyê hat betalkirin, veguherî civîna gel.

Li gor hatibû plankirin wê îro li Danîmarkayê şeva piştevaniya Rojava çêbiba, ji ber komkujiya Enqereyê hat betalkirin, veguherî civîna gel. Wê Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş wek axaftvan tevlî civînê bibe.

Di daxuyaniya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarka de hate diyarkirin ku şeva piştevaniya Rojava ya wê îro li paytexta Danîmarka, Kopenhag bihata lidarxistin hate betalkirin û veguherî civîna gel.

Di civîna gel de Alîkara Hevseroka HDP’ê û Parlamentera Edeneyê Meral Daniş Beştaş, berpirsê karên derve yên Partiya Yekîtiya Keskên Sor Nîkolaj Vîllûmsen û Şaredarê berê yê Kopenhagê Vîllo Sîgûrdsson wê wek axaftvan tevlî bibin.

Her wiha, ji bo protestokirina komkujiya Enqereyê wê sibê saet 14.00’an li pêşiya Konsolosxaneya Tirkiyeyê çalakî bê lidarxistin.