Cîgirê Serokê PE bertek da komkujiya Erdogan
Cîgirê Serokê PE û Parlamenterê Keskan Lûnacek ji komkujiya Enqereyê siyaseta AKP û Erdogan berpirs girt.
Cîgirê Serokê PE û Parlamenterê Keskan Lûnacek ji komkujiya Enqereyê siyaseta AKP û Erdogan berpirs girt.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Ewropa (PE) û Parlamenterê Partiya Keskan Ûlrîke Lûnacek daxuyaniyek da, komkujiya Enqereyê şermezar kir.
Lûnacek diyar kir ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davûtoglu têk çûne bila êdî qebûl bikin û wiha got: “Bila Erdogan û Davûtoglû zanibin ku bi vê siyaseta mehên dawî pêk tîne ve nikarin bigihêjin ti derê. Ev siyaset, kevir danîna pêşiya pêvajoya aştiyê ye. Ev trajediyên hov nîşan didin ku divê siyasetên wiha biguherin.”
'TIRKIYE NE WELATEKÎ BI EWLE YE!'
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Tirkiye,bi vê otoriterbûna Erdogan ve ji bo Yekîtiya Ewropa (YE) ne welatekî ewle ye; bila ev jî bê zanîn.”