Komkujiya li Enqereyê li Graz hat protestokirin
Li gelek bajarên Ewropayê nerazîbûnên li hember komkujiya li Enqereyê didomin. Li bajarê Graz ê Awûstûryayê komkujî hat protestokirin.

Li bajarê Graz ê Awûstûrya di pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd de Kurdistaniyan û dostên wan komkujiya li Enqereyê protesto kirin.
Bi sedan kesên di mîtînga li Qada Grîesplatz a bajêr kom bûn, nerazîbûnên xwe yên li hember AKP’ê anîn ziman. Di axaftinan de hat diyarkirin ku AKP ji bo di hilbijartinan de bi tena xwe bibe desthilatdar êrîş pêk aniye.
Kesên ku tevlî mîtîngê bûn, têkildarî êrîşa dewleta Tirk bi Elmanî belavok belav kirin.