Komkujiya li Enqereyê li Swêd hat protestokirin
Komkujiya li Enqereyê li bajarê Gävle yê Swêd ji aliyê Kurdistaniyan ve hat protestokirin.
Komkujiya li Enqereyê li bajarê Gävle yê Swêd ji aliyê Kurdistaniyan ve hat protestokirin.
Komkujiya li Enqereyê li bajarê Gävle yê Swêd ji aliyê Kurdistaniyan ve hat protestokirin.
Kurdistaniyên ku polîtîkayên şer û komkujiyên dewleta Tirk protesto kirin, ji ber Lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Gävle bi pankart û dowîzên destên xwe de ber bi navenda bajêr ve meşiyan.
Di tevahiya rê de dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “Terorîst Tirkiye”, “Wê hesabê komkujiyan bê pirsîn” hatin gotin. Êrîş Bate yê li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Gävle axivî, ji komkujiyê Erdogan û hikûmeta AKP’ê yên di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de têk çûn berpirsyar girt.
Bang li tevayî sazî û dezgehên Swêdî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku polîtîkayên şer ên AKP’ê protesto bikin.