Bombe bi TNT’ê hatiye zexmkirin

Derket holê ku bombeyên zindî yên di mîtinga Aştiyê ya Enqereyê de hat teqandin wekî bombeya li Pirsûsê bi bi TNT'ê hatibû zexmkirin û hatine teqandin in. Reng, şekil û pîvana bombeya li Pirsûsê hat teqandin û li Enqereyê hatin teqandin wekî hev in.

Derket holê ku bombeyên zindî yên li GAR'a Trênê ya di mîtînga Aştiyê de hatin teqandin û bombeya li Pirsûsê hat teqandin wekî hev in. 2 bombeyên zindî yên li Enqereyê hatin teqandin û bûn sedema komkujiyê û bombeya li Pirsûsê hat teqandin jî wekî hev bi perçeyên metal û TNT'ê hatibûn zexm kirin. Rayedarên polîsan piştî lêkolînê diyar kirin ku bi bîlyeyên metal û TNT ya hatiye bi hêzkirin û zexmkirin teqîn pêk hatiye. Midûriyetê da zanînku di nava kesên hatin qetilkirin de 2 kesên bombeya zindî jî hene. Polîsan, da zanîn ku j bo nasnameya wan tespît bikin di nava hewldanan dene.

Polîsan, diyar kirin ku lêkolîna wan a dîmenên MOBESE û qeydên kamerayên ewlehiyê didomin. Li gorî lêkolîna polîsan hat diyarkirin ku teqîna li Pirsûsê pêk hat û teqînên li Enqereyê pêk hatin wekî hevin.

Waliyê Enqereyê Mehmet Kiliçlar û Midûrê Polîsan ê Enqereyê Kadri Kartal jî cûn cihê bûyerê û der barê detayên teqînê de agahî stendin.