FEDA û CÎK: Em dersekê bidin zalim û zebaniyan!

FEDA û CÎK daxuyanî dan û bal kişandin ser berpirsiyariya dewletê ya di komkujiya Enqereyê de. Di daxuyaniyê de banga berxwedanê û di 1’ê Mijdarê de jî hesabpirsînê kirin.

FEDA û CÎK daxuyaniyek dan û bal kişandin ser berpirsiyariya dewletê ya di komkujiya Enqereyê. Di daxuyaniyê de banga berxwedanê û di 1’ê Mijdarê de jî hesabpirsînê kirin.

FEDA: NAVNÎŞANA ZILMÊ VÊ CARÊ ENQERE YE

Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), der barê êrîşa li Enqere ya heta vê demê nêzî 100 kes hatin qetilkirin daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Îro ji rojan 10’ê Mûharrema 680 ye. 10’ê Muharremê roja ku kurê Îmam Alî yê dibêje, “Tiştê ji bo edaletê herî ne baş, zalimtiya kesên ku dewletê îdare dikin e.” , neviyê Hz. Muhammed, Huseyîn li Kerbelayê bi pitika xwe ya dergûşê ve hatibû qetilkirin. Ji wê rojê heta vê rojê; cihê ku edalet û zagon lê nemaye zilmê destpê kiriye. Ji van cihan yek jî Mezopotamya û Anatolya ye. Ji van cihan yek jê duh Pirsûs, Cizîr, Şirnex bû. Îro jî paytexta Tirkiyeyê, Enqere ye.

Bi vê boneyê em bang li dostên xwe, mirovên mazlûm ên dilê wan ji bo aştî û azadiyê lê dixe dikin; bê ku vê hovîtiyê ji bîr bikin, di 1’ê Mijdarê de biçin ser sindoqan; ji bo dersê zaliman, Yezîdan bidinê divê zêdetir xebat çêbibin. Hezar carî bûyina mazlûm, ji careke bûyina zalim çêtir e.”

CÎK: DIVÊ JI ZEBANIYAN HESAB BÊ PIRSÎN!

Di daxuyaniya Civaka Îslamî ya Kurdistan (CÎK) de wiha hat gotin: “Em qatilên mirovên sivîl û bêparastin ên li Enqereyê komkujiya hov û namerdî pêk anîn, kesên wan diparêzin, kesên piştgiriya wan dikin şermezar dikin.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev hate gotin:

(...)

Kesên tên pelçiqandin, mazlûm divê li hember zilmê bi çar destan xwe bi têkoşîna aştî, maf û hiqûqê bigirin. Li hember dizan, tecawizkaran, zorbeyan, qatilan divê têkoşîna edalet, demokrasî bê bilindkirin û ev zebaniyan piştî 1’ê Mijdarê hesab ji wan bê xwestin û cezayê pêwîst lê wan bê birîn. Ger dixwazin xwe ji DAIŞ û plankarên wan rizgar bikin; divê mazlûm, karker, xwediyên baweriyên paqij û gelê Kurd van di 1’ê Mijdarê de ceza bikin. Xwedê kesê ku bûne sedema vê komkujiyê û piştgiriya wan dikin lanetê lê bibarîne. Ji birîndaran şîfa û şehîdan re ji xwedê rehmetê dixwazin, ji xizmên wan re jî sebrê dixwazin.”