Li Başûrê Kurdistanê gel li qadan e

Qetilkirina 2 kesan duh li Qeledizê ji aliyê pêşmergeyan ve, li Başûrê Kurdistanê bi çalakiyan tê protestokirin.

Qetilkirina 2 kesan duh li Qeledizê ji aliyê pêşmergeyan ve, li Başûrê Kurdistanê bi çalakiyan tê protestokirin.

Krîza siyasî û aborî û qetilkirina du kesan li Qeladizê ji aliyê pêşmergeyan ve, li bajarên Silêmanî, Ranya, Seyîd Sadiq, Koye, Kîfrî, Kelar û Germiyanê tên şermerzarkirin. Di navbera gel û hêzên ewlekariyê de car carna rewşên aloz rû didin.

Bûyerên danê sibehê li navçeya Seyîd Sadiq a Silêmaniyeyê destpê kirin, hînê dewam dikin. Di pevçûna navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşandêran de 6 kes birîndar bûn.

Li Silêmaniyeyê jî, gel ber bi avahiya PDK'ê ve meşiya, lê rastî astengiya hêzên ewlekariyê hat, ji ber vê yekê tengezarî derket.

Li Qeladizê, girseya gel a li Parka Pîremerd civiya, êrîşan protesto dike. 

Gelê Başûrê Kurdistanê bi biryar in ku heta krîz bê çareserkirin, çalakiyên xwe bidomîne.