BI DÎMEN

Li Parîsê ji bo Ocalan çalakî didome

Li paytexta Fransa Parîsê çalakiya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin dewam dike.

Li paytexta Fransa Parîsê çalakiya rûniştina ya ku Kurdistanî û dostên wan duh êvarî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qada Repûblîqûe dan destpêkirin, dewam dike.

Di çalakiya rûniştinê de ku bi sedan kes tevlî bûn, heta sibehê azadiya Ocalan hate berzkirin. Di çalakiyê de ku bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan, broşur hatin belavkirin, gel hate agahdarkirin.

Di çalakiyê de ku pankarta “Artêşa Tirk Cerablûs dagir kiriye” hate vekirin, dirûşmeyên “Dewleta Qatil Ji Kurdistanê Biceheme” hatin qîrkirin.

Çalakî wê îro saet 15.00’an li Qada Repûblîqûe dewam bike, piştre bi awayekî girseyî gel wê derbasî Qada Bastîlle bibe û meşek navendî bê lidarxistin.

 

...