Li Sûltangaziyê polîsên Tirk êrîşî protestoya qetlîama Dîlokê kirin

Li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê li ser banga Koordînasyona Ked û Demokrasiyê ji bo protestokirina qetlîama Dîlokê gel kom bû, lê polîsên Tirk bi ava şid êrîş kirin.

Li navçeya Sûltangaziyê ji bo protestokirina qetlîama Dîlokê li ser banga Koordînasyona Ked û Demokrasiyê, girse li Parka Kemal Pîr a li Taxa Gaziyê kom bû. Lê, hê beriya çalakî destpê bike, polîsan gotin “kiryarên we derqanûnî ne” û bi awa şid êrîş kirin. Piştî êrîşa polîsan jî, girseyê bi çepik û dirûşmeyan tundiya polîsan protesto kirin.

Polîsan kolana ku park lê ye dorpêç kirin, alozî dewam dike.