Li Parîsê ji bo azadiya Ocalan keştî hate dagirkirin

Ciwanên Evry Parîsê, ji bo azadiya Ocalan çalakiyên xwe didomînin. Ciwanan keştiyek tûrîstan dagir kirin, dirûşmeya “Ji Ocalan Re Azadî” berz kirin.

Li paytexta Fransa Parîsê, di pêşengiya Ciwanên Azad Evry de ji bo balê bikşînin li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan keştiyek hate dagirkirin.

Ciwanên Evry, danê êvarî li ber Kuleya Eyfelê, li ser Ava Sen, keştiyek tûrîstan dagir kirin. Tevî destwerdana polîsan jî ciwanan çalakî domandin. Ciwanên ku alên Ocalan rakirin, bi dirûşmeyên “Ji Ocalan Re Azadî” çalakiya xwe bi dawî kirin.