Greva Birçîbûnê ya li Strasboûrgê: Banga hestewariyê li gel û civaka navneteweyî hate kirin
Greva birçîbûnê ya ku endamên Meclîsa Dîasporaya Şengalê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan bêdem-bêdorveger li Strasboûrgê dabûn destpêkirin, di roja 5’emîn de ye.
ANF
STRASBOURG
şemî, 27 gelawêjê 2016, 14:30
Çalakvanên çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê û Kurdistaniyên ku destek dikin, di serî de Êzîdî banga yekîtiyê li tevahî gelê Kurd kirin, ji civaka navneteweyî jî daxwaz dike ku êdî destûrê nedin ‘bazarên ji ser xwînê’.
‘HER ÊZÎDIYÊ BI RÛMET DIVÊ JI MALA XWE DERKEVE Û DENGÊ XWE BILIND BIKE’
Hesen Çavreş got Elewiyên ku bi armanca piştevaniyê tevlî greva birçîbûnê dibin hene û wiha axivî, “Em gelekî kêfxweş in ku Elewiyên mîna me bi zilm û zextê re hevrû bûne jî b ime re tevlî greva birçîbûnê dibin.” Hesen Çavreş ê serdanên kesên ji olên din silav kir, daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nasîna statuya Şengalê dubare kir.
Çalakvanê çalakiya greva birçîbûnê Hesen Çavreş got pêwîst e di daxwaza maf de israr hebe û wiha anî ziman; “Her Êzîdiyê bi rûmet divê ji mala xwe derkeve û dengê xwe bilind bike.”
JI BO CIVAKA NAVNETEWEYÎ BANG
Ji çalakvanên greva birçîbûnê Naîle Kurt jî bal kişand ku divê statuya Şengalê bê nasîn, fikarên têkîldarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 5’ê Nîsana 2015’an ve agahî jê nayê girtin bi bîr xist. Kurt diyar kir ku heta agahiyek zelal ji Ocalan bê girtin wê çalakiya xwe bidomînin.
Kurt anî ziman ku li Kurdistan û Mezopotamyayê ‘şerekî cîhanê’ diqewime, bang li gel û dewletên cîhanê kir ku demokrasiyê esas wergirin. Kûrt bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku ‘li ser xwîna zarokên gel bazarê nekin’.
‘PÊWÎST E EM BIBÎNIN KÎ XWEDÎ DERKETIYE Û JI BO WAN XWÎNA XWE RIJANDIYE’
Kurdistaniyê bi navê Hemo Çelîk ê ji bajarê Lahr ê Elmanyayê hatiye jî got pêwîst e di nav yekîtiyekê de Êzîdî li mafên xwe xwedî derkevin. Çelîk wiha axivî; “Pêwîst e Êzîdî bizanin ‘kî li wan xwedî derketiye’, ‘kê ew firotine’, ‘Kê destek da Êzîdiyan, kê ji bo wan xwîna xwe rijand’.”
Hemo Çelîk banga xwedîderketina Rêberê Gelê Kurd li Êzîdiyan kir, xwest ku Kurdistaniyên li bajarê Strasboûrg û bajarên derdorê jî destekê bidin çalakiya greva birçîbûnê. Çelîk destnîşan kir ku heta zanyarek teqez ji Ocalan bê girtin divê gel kolanan neterikîne.