Serokê DÎSK’ê Beko yê ji Ji bo Ked û Demokrasiyê Yekîtiya Hêzê û Hevserokê KESK ‘ê Ozgen bang li hemû karkir û kedkaran kir ji bo siberoja xwe ya hevpar tevlî mîtînga 1’ê Îlonê bibin û diyar kir, helwesta hevpar wê bibe bersive ji şerxwazên hundir û derve re.
Yekîtiya Hêzê, di nav çarçoweya Roja Aştiyê Cîhanê, 1’ê Îlonê l isê bajaran wê mîtîngan li dar bixe.
Mîtînga pêşî 1’ê Îlonê wê li Izmîrê, 3’yê wê li Enqerê û 4’ê wê jî wê li Stenbolê were lidarxistin.
Têkildarî mîtîngan Serokê DÎSK’ê Kanî Beko ji ANF’ê re axivî û got, li Tirkiyê û Rojhilata Navîn û li dinyayê ji bo ku aştiyeke mayinde pêk were, divê hemû rêxistinên demokratîk ên girseyî, sendîka, odeyên pîşeyan li gel wan partiyan bin ku li gel kedê, wekheviyê, azadî û demokrasiyê ne.
‘EM Ê CAREKE DÎ JÎ BIBÊJIN AŞTÎ, XWÎŞK Û BIRATÎ’
Beko bi bîr xist ku di dema dagirbûna Iraqê de jî ew weke DÎSK’ê aştî xwestine û wiha dom kir, ‘’Me weke DÎSK’ê polîtîkayên şaş ên AKP’ê ku ji wê rojê ve li Rojhilata Navîn dimeşîne me rexne kir. Rewşa niha ya ku em tê de ne, nîşan dide bê ka em çi qasî rast derketin.’’
Beko diyar kir, polîtîkayê ku li Rojhilata Navîn têne meşandin ji mirin, kavilbûn û koçkirinê pê ve tişte neaniye û li Tirkiyê jî pêvajoya ku bi Pirsûsê re hatiye destpêkirin êşên giran bi gelan dane jiyîn. Beko got, ‘’Li Pirsûsê, Amedê, Enqerê, Stenbolê, Cizîrê û herî dawî jî li Dîlokê komkujiyan dewam kir’’ û wiha diyar kir, ‘’Em weke konfedrasyonê ne alîgir şer û pevçûnê alîgirên aştiya civakî ne. Bi minasebeta 1’ê Îlonê em ê careke dî bibêjin aştî, xwîşk û biratî.’’
Kanî Beko diyar kir, di atmosfera şer de heqên destketî ên karkiran jî hewl didin ku ji holê rakin û wiha pê de çû, ‘’Em weke DÎSK’ê dixwazin ku kadro ji bo karkirên taşeron were dayin, dest li tazmînata qidêmê neyê dayîn û pergala malnişînbûna takekesî were sazkarkirin. Em ê van jî bînin rojevê.
Beko got, ,’’me pir dixwest bibêjin Roja Aştiya Cîhanê ya 1’ê Îlonê pîroz be’’ û lê zêde kir,’’di vê rewşê de zehmet e ku em bikaribin vê bibêjin. Lê em weke muxalefeta civakî li pişt hev rawestin û ji bo jiyaneke di nav aştiyê de em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ne şer aştiyê dixwazin. Dirûşma me zelal e; bijî yekîtiya karkiran, bijî xwîşk û biratiya gelan’’
‘JI BO SIBEROJA HEVPAR WERIN QADAN’
Hevserokê KESK’ê Lamî Ozgen diyar kir, ew ê weke Yekîtiya Hêzê ya ji bo Ked û Demokrasiyê, ‘’li hemberî faşîzmê, darbe û şar, demokrasî û aştiyê’’ daxwaz bikin û 1’ê Îlonê li qadan bin.
Ozgen diyar kir ku li Tirkiyê û herêmê şer û pevçûn gav bi gav berbelav dibin û wiha pê de çû: ‘’Mirov, ciwan, zarokên vî welatî jiyana xwe ji dest didin. Şerê Rojhilata Navîn, Sûriyê ji bo me dibe weke çiravekê ku dawiya wê nayê zanîn wê çi bibe. Weke terisandineke vî şerî, di serî de li Amedê, Pirsûsê bi komkujiyan xwestin ku muxalefeta vî welatî bipirnisînin. Rewşa vê sala dawî ya ku Tirkiye tê de ye, tiştên ku di dema 15’ê Tîrmehê û piştre hatin jiyîn, Rewşa Awarte ya sazkar û biryarnameyên di hikmê qanûnan de, nîşan da ku ev welat bi polîtîkayên yekparêz ên tundrew, otorîter, faşîzan nema dimeşe. Tekana vebijêrka hikûmeta AKP’ê ya ku hêviya xwe bi kaosê, şer û pevçûnan ve girêdaye, pêkanîna şert û mercên bê şer bûnê ye.’’
Ozgen gotinên rayedarên hikûmetê yên têkildarî poltîkayên Sûriyê de ku gotin, ‘’me şaşîtî kir’’ bi bîr xist û wiha got,’’ êdî divê dev ji van polîtîkayên şaş berdin û ji bo ku welêt nexin vê çirava şer divê bibin xwedan helwest’’
Ozgen got ew ê weke karkir, kedkar û çewisandiyan 1’ê Îlonê li kuçe û kolanan û qadan bin û wiha pê de çû, ‘’Li dijî faşîzmê, darbeyê û şer em weke karkir, kedkar, gelên çewisandî, jin û ciwan ên vî welatî, em ê ji bo demokrasî, aştî, azadî, wekhevî, dadmendî û laîkiyê, ji bo siberoja hevpar li qadan bin. Banga me ji bo her kesî ev e. Helwesta me ya hevpar, dengê me yê hevpar, ji bo şerxwazên hundir û derve wê bibe bersiv. Ji bo siberoja hevpar pêk were wê bibe gavek.’’