Li Friedrichsafen qetlîama Dîlokê hate protestokirin

Kurdistaniyên li bajarê Friedrichsafen ê Elmanyayê dijîn, bi awayekî girseyî qetlîama Dîlokê protesto kirin.

Dirûşmeyên “Berpirsê qetlîama Dîlokê Erdogan e”, “Bi dest DAÎŞ’ê li ser Kurdan qetlîam tê kirin”, “DAÎŞ an jî AKP” hatin berzkirin, dowîz hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de li ser armanca qetlîamê hate rawestandin. Di çalakiyê de ku hate diyarkirin ku ji bo ketina Cerablûsê qetlîama Dîlokê wek pêlekê hate bikaranîn, belavok hatin belavkirin.