Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser Zekî Şengalî ku li Şengalê ji ber sûîqesta artêşa Tirk
şehîd bû daxuyaniyek da. KCK'ê got, "Dewleta Tirk bi komkujî û sûîqestan hîn zû dawî li xwe tîne."
Êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Şengalê bi meşeke girseyî hate protestokirin. Di meşê de Êzidiyan bibîr xistin ku wê hêviyên Zekî Şengalî pêk bînin.
Li paytexta Afganîstan Kabûlê, li navenda perwerdeyê ya rêxistina îstîxbaratê êrîşek hate kirin.
Li eyaleta Kerala ya ku li başûrê Hindistanê ye ji ber lehiyê 77 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li bejahiya Semsûrê şer qewimî. Li gorî çavkaniyên Tirkan herî kêm 4 leşker mirine, 3 jî birîndar bûne.
Li navendeke perwerdehiyê ya li taxa Şîa ya li paytexta Afganîstan Kabîlê qetlîamek hatibû kirin. DAÎŞ'ê ev qetlîam li xwe girt.
YPG’ê nasnameya 7 şervanên YPG/YPJ’ê yên 19-30’ê Tebaxa 2014’an di berxwedana bajarê Cezaa ya Kantona Cizîrê de şehîd bûbûn eşkere kir.