Li Semsûrê şer: Herî kêm 4 leşker mirin -NÛ BÛ

Li bejahiya Semsûrê şer qewimî. Li gorî çavkaniyên Tirkan herî kêm 4 leşker mirine, 3 jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, şer sibeha Pêncşemê li bejahiya bajarokê Komurê yê navenda Semsûrê qewimî.

Li gorî medya Tirk a ser bi rejîma AKP'ê ve, di şer de herî kêm 4 leşker mirine, 3 jî birîndar bûne. Heman medya Tirk berî niha gotibû di şer de leşkerek miriye, 4 jî birîndar bûne. Şer di dema operasyona artêşa Tirk de qewimî.

Tê îdîakirin ku roja Sêşemê jî li heman herêmê ocaxeke mermerê hatiye şewitandin.

Li ser bîlançoya rastî ya şer agahî bi dest neket. Bîlançoya ku medya û rayedarên Tirk li ser şer dide, bawerî pê nabe. Çavkaniyên HPG'ê heta niha daxuyanî li ser vî şerî nedane.