NÛ BÛ-Civaka Êzidî nerazîbûn nîşanî êrîşan da

Êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Şengalê bi meşeke girseyî hate protestokirin. Di meşê de Êzidiyan bibîr xistin ku wê hêviyên Zekî Şengalî pêk bînin.

Bi tevlîbûna hezaran welatiyên Êzidî bi meşeke girseyî êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê protesto kirin. Meş ji aliyê Meclîsa Xweser a Şengalê ve hate lidarxistin.

Meş ji avahiya Meclisa Gel a Sinunê destpê kir û heta ser rêya giştî ya Sinunê dom kir. Rêveberên sazî, rêxistin û partiyên li Şengalê, rûspiyên herêmê û bi hezaran kes tevlî meşê bûn.

Di meşê de wêneyên Mam Zekî, pankarta “Êrîşa li ser Zekî Şengalî berdewamiya fermana li ser civaka Êzidiye” hatin vekirin.

Meşa heta Sinûnê dom kir bê navber dirûşmên 'Bimre xiyanet', 'Şehîd namirin', 'Bi can bi xwîn em terene ey şehîd' û 'Yeke, yeke, tifaqa Êzidiyan yeke' hatin berzkirin.

Piştî meşê Hevesorka Meclîsa Xweseriya Demokratîka Şengalê Rîham Hiço daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Weke tê zanîn civaka Êzidî ya Şengalê di Tabaxa 2014’an de li pêş çavên her kesî, ji aliyê DAIŞ’ê ve di komkujiyek mezin re hat derbaskirin. Îro careke din ew qetilam xwe dubar dike. Êrîşên hewayî ku di 15’ê Tebaxê de careke din Şengal kirin hedef, berdewamiya fermana 73’ayn e. Dewleta Tirk a dagirker di dîroka xwe de her tim dijmintiya civaka me kiriye û ev dijmintiya wê heta roja îro berdewame.

Di vê êrîşa ku duh di seatên piştî nîvro pêk hat de, Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî hate hedefkirin û şehîd bû. Em di serî de sersxiyê ji malbata Mam Zekî, hemî civaka Êzidî re dixwazin û dibêjin serê gelê Êzidî û malbata wî saxbe.

Mam zekî temenê xwe hemû di xizmeta civaka Êzidî de derbas kir. ji bo Êzidî bighîjin mafê xwe û xweseriya xwe bi dest bixin, bênavber li çar perçeyên Kurdstanê û Êzîdxanê di nav kar û xebatê de bû. Her weha Mam Zekî weke Mamê civaka Êzidî dihat naskirin û hizkirin. Hedefa Mam Zekî tifaqa civaka wî bû, ji bo tifaqa civaka Êzidî çi dihate xwestin û bihayê wê çibûya jî, bêyî dudilî dikir. Weke tê zanîn Mam Zekî piştî fermana 73’yan derbasî Şengalê bû 4 salan bênavber ji bo xweserî û parastina Şengalê, ji bo mafê wê di nava têkoşînê de bû.

‘EM Ê HÊVIYÊN MAM ZEKÎ PÊK BÎNIN’

Hedefkirina Mam Zekî hedefkirina civaka Êzidî û tunekirina tifaqa wê ye. Ji ber ku Mam Zekî bi stuna tifaqa Êzidiyan dihate naskirin. Xêrnexwazan û dijberên tifaqa Êzidiyan ji bo ku tifaqa Êzidiyan çênebe Mam Zekî kirine hedef. Êrîş berdewamiya 3’yê Tebaxê ye, hedef di kesayeta Mam Zekî de tunekirina hemî civaka Êzidiyan.

Em weke Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê van êrîşên tirsonek şermezar dikin. Em soza şopandina rêya Mam Zekî didin, em ê kar, xebat û projeyên Mam Zekî berdewam bikin, em ê hêza xwe xurt bikin û tifaqa xwe ku hêviyên Mam Zekî ya bi salan bû, pêk bînin.

Di serî de em bang li dewleta iraqê dikin ku di derheqê van êrîşan de xwe zelal bike, ji ber ku ev êrîş di bin serweriya wan de pêk hatiye. Divê ji bo wê yekê ji civaka Êzidî re têkildarî bûyerê agahdariyek zelal bê kirin.

‘DIVÊ HÊZÊN NAVNETEWEYÎ BÊDENG NEMÎNIN’

Em bang li Neteweyên Yekbûyî, saziyên navnetewî jî dikin ku li beramberî van êrîşên li ser Êzidiyan tên kirin bêdeng nemînin û li qanunê xwe xwedî derkevin. Her weha asîmanên Şengalê ji bo balafiran werin qedexekirin.

BANGA ‘DAKEVIN QADAN’ HATE KIRIN

Em bang li civaka Êzidî û dostên wan jî dikin ku li beramberî van êrîşên bêwijdanî û ne hiquqî bêdeng nemînin û bênavber dakevin qadan. Ji ber ku ev êrîş berdewamiya fermana 73’yan û tunekirina civaka Êzidiyan e.”