Qetlîama xwendekaran a li Kabîlê DAÎŞ'ê li xwe girt

Li navendeke perwerdehiyê ya li taxa Şîa ya li paytexta Afganîstan Kabîlê qetlîamek hatibû kirin. DAÎŞ'ê ev qetlîam li xwe girt.

Êrîş di 15’ê Tebaxê de roja Çarşemê pêk hat. Wezareta Tendirustiyê têkildarî êrîşê bîlançoyeke nû da. Wezaretê diyar kir ku 34 kes mirine û 56 kes birîndar bûne.

Çeteyên DAÎŞ’ê îro êrîş li xwe girtin. Kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane, xwendekar bûne yên ku ji bo azmûnên têketina zanîngehê dixebitîn.

Êrîş li taxa Şîa pêk hat. Li gorî lêpirsînê, kesekî ku bombe li xwe pêçabû, ji deriyê dawiyê ketiye hundir û di nav 100 xwendekaran de xwe teqandiye.

Civata Hazara ya ku Şîa ye her dem dibin hedefa çeteyên DAÎŞ'ê. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî li Afganistanê nêzî hezar dibistan, ji ber hinceta ewlehiyê hatine girtin. Îsal ji ber êrîşan 86 dibistan jî hilweşiyan.