Li Kabûlê êrîş li navenda îstîxbaratê hate kirin

Li paytexta Afganîstan Kabûlê, li navenda perwerdeyê ya rêxistina îstîxbaratê êrîşek hate kirin.

Berdevkê polîsên Kabûlê Haşmet Stanîkzayî diyar kir ku çekdaran êrîş birine ser navenda perwerdeyê ya rêxistina îstîxbaratê. Stanîkzayî got, "Şer dewam dike. Hêzên ewlekariyê dor li herêmê girtine."

Berî rojekê jî li taxeke Şîa ya li paytext Kabûlê li dijî navendeke perwerdeyê êrîşeke xwekujî hatibû kirn û herî kêm 37 kes ji ber êrîşê miribûn.

Stanîkzayî li ser êrîşa xwekujiyê jî gotibû, "Êrîşkar bombeyên li ser xwe pêçandibû li hundirê navenda perwerdeyê teqand." Heta niha kesî berpirsyariya êrîşa li navenda perwerdeyê li xwe negirtiye. Lê belê çeteyên DAÎŞ'ê beriya niha berpirsyariya gelek komkujiyên li paytext Kabûlê û li rojhilatê Afganîstanê li xwe girtibûn.