Li Hindistanê di lehiyan de 77 kes mirin

Li eyaleta Kerala ya ku li başûrê Hindistanê ye ji ber lehiyê 77 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên rayedarên herêmî li eyaleta Keralayê di lehiyê de 77 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li herêmên din jî ji bo lehiyê hişyarî hatiye kirin.

60 hezar kes li kampên demborî hatine bicihkirin. Artêşa Hindistanê û hêzên behrvaniyê xebatên rizgarkirinê dan destpêkirin.

Navenda têkoşîna li dijî karesatan a Keralayê diyar kir ku heta 24 saetan ew ê baraneke zêde bibare û xwest bila gel amade be.

Di vê karesatê de bi hezaran xanî hilweşiyan.

Eyaleta Kerala ya ku plajên palmiyeyê lê heye cihekî tûrîstîk e û her sal baranên mûsonê li vê derê dibare. Barana îsal rê li ber encamên giran vekir.