Li Efrînê 5 sivîlên din hatin revandin

Artêşa Tirk û çeteyên wê li gundê Gurzele yê Şerawayê 5 sivîl revand û fîdye xwest.

Hate diyarkirin ku artêşa Tirk û çeteyên wê li gundê Gurzele yê Şerawayê 5 sivîl revand û fîdye xwest.

Li gorî nûçeya ANHA’yê ev kes hatine revandin: Egîd Ebdulrehman (25), Ehmed Yûsif Evdulrehman (28), Cemal Olo (23), Nûrî Mihemed Evdulrehman (44) û Yûsif Evdulrehman (68).

Hate hînbûn ku çeteyan diyar kirine, heke fîdye were dayîn ew ê van kesan berdin.

DI 2 ROJAN DE 20 SIVÎL HATIN REVANDIN

Li Efrînê di 2 rojan de nêzî 20 kes hatin revandin. Li gundê Qestel Kişik ê Şerayê 16 kes û li Racoyê jî 2 sivîl hatin revandin.

Hate diyarkirin ku li Efrînê 300 traktor, 218 wesayît û bi hezaran motorbisiklet hatine dizîn.