Nûçeyên ku îro derketin pêş

Ji rojeva 16'ê Îlona 2018'an, nûçeyên ku di ANF'ê de derketin pêş..

Eşkere bû ku serikên fuzeyên di balafirên bê mirov ên artêşa Tirk de tên bikaranîn, bi destûra hikumeta Merkel ji aliyê fîrma çekan a Elman TDW ve hatine çêkirin.

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd diyar kir ku îdîayên dibêjin wê hêzên wan tevlî operasyona Îdlibê bibin, spekulasyon e.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku di şerê 24 seatên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de 14 çete hatine kuştin.

Meclîsa Giştî ya PYD’ê ji bo çareserkirina kêşeyên li Sûriyeyê fikrên xwe eşkere kir. PYD’ê diyar kir ku bidawîkirina dagirkeriya li Efrînê mifteya çareseriyê ye.

Çeteyên DAÎŞ'ê li bajarê Kerkûk û Diyalayê êrîş kirin. Ji ber êrîşan polîsek û 3 kes mirin ku yek jê polîs e, 6 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Basra yê Iraqê, bi hinceta şewitandina Konsolosxaneya Îranê 30 çalakger hatin girtin.

Rêveberên Eniya Rizgariya Oromo li Etiyopyayê vegeriyan û li paytext Addîs Ababayê ji aliyê gel ve bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin.