Eniya Rizgariya Oromo li Etiyopyayê vegeriya

Rêveberên Eniya Rizgariya Oromo li Etiyopyayê vegeriyan û li paytext Addîs Ababayê ji aliyê gel ve bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin.

Rêveberiya Etiyopyayê qedexeya li ser vegera rêveberên Eniya Rizgariya Oromo rakir. Bi hezaran kes ji bo pêşwazîrkirina lîderên Eniya Rizgariya Oromo (OLF) li hev civiyan. Vegera endamên OLF'ê li paytext Addîs Ababayê bi muzîk û dansê hate pîrozkirin.

ÎBSA: DI DAWIYA DAWÎ DE WÊ AZADÎ Û WEKHEVÎ BI SER BIKEVIN

Lîderê Eniya Rizgariya Oromo Davûd Îbsa di merasîma pêşwazîkirinê de axivî û got, "Li vê dinyayê rastî û derew, başî û nebaşî, hezkirin û nefret, azadî û koletî, wekhevî û newekhevî hene; û ev rastiyên dijberê hev timî li hemberî hev têdikoşin. Lê di dawiya dawî de wê rastî, hezkirin, başî, azadî û wekhevî wê bi ser bikevin."

Li Etiyopyayê di çarçoveya reformên siyasî yên demên dawî de qedexeya li ser vegera Eniya Rizgariya Oromo hatibû rakirin.

ENIYA RIZGARIYA OROMO

Eniya Rizgariya Oromo (OLF) di çarçoveya 'mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelan' sala 1973'an ava bû. Gelê Oromo ku 35 ji sedî yê nifûsa Etiyopyayê ye temsîl dike.

Endamên OLF'ê ku ji bo bidestxistina mafên siyasî û çandî dest bi têkoşînê kirin, ji aliyê hikumeta Etiyopyayê ve weke 'koma terorîst' hate îlankirin û qedexekirin.

Vegera Eniya Rizgariya Oromo li welêt weke gaveke girîng ji bo qedandina şerê çekdarî yê li Etiyopyayê tê dîtin.