Fuzeyên Tirkiyeyê bi teknolojiya Elman tên çêkirin

Eşkere bû ku serikên fuzeyên di balafirên bê mirov ên artêşa Tirk de tên bikaranîn, bi destûra hikumeta Merkel ji aliyê fîrma çekan a Elman TDW ve hatine çêkirin.

Eşkere bû ku serikên fuzeyên di balafirên bê mirov ên artêşa Tirk de tên bikaranîn, bi destûra hikumeta Merkel ji aliyê fîrma çekan a Elman TDW ve hatine çêkirin. Ji bo vî karê ku navê 'sîstema fuzeya kujer' lê tê kirin, fîrmaya navborî bi carekê 300 hezar Euro pere ji Tirkiyeyê girtiye.

Piştî ku desthilatdariya Erdogan veguherî rejîmeke zordar, bi taybetî piştî ku artêşa Tirk bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî re Efrîn dagir kir, hikumeta Elman a federal a bi serokatiya Serokwezîr Angela Merkel îdîa kiribû ku wan peymanên çekan ên bi Tirkiyeyê re kêm kirine.

Lê belê daxuyaniyên hikumeta Merkel ên li ser daxwaza raya giştî ya ji bo danîna ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê hatin dayin, tenê di asta sembolîk de man. 'Dostaniya çekan' a rêveberiya Berlînê ya bi rejîma Enqereyê re, dema dawî xurtir bû. Partiya Çep li ser peymanên çekan ên şeş mehên destpêkê hatine kirin pêşnûme pirsek pêşkêşî Meclîsa Federal kir. Hikumeta federal jî bersiv da pêşnûmeyê. Hin detayên bersivê balkêş in.

SÎSTEMA FUZEYÊ KU DIGOTIN 'MILÎ' YE, JI ALIYÊ ELMANYAYÊ VE HATIYE ÇÊKIRIN

Li gorî bersiva Wezareta Aboriyê, du peymanên çekan ên fîrma TDW a bi dewleta Tirk re ku mehên Çile û Hezîrana 2018'an îmze kir, ji aliyê hikumeta Merkel ve hatin pejirandin. Buhayê her du peymanan jî bi giştî 290 hezar Euro ye.

TDW baskê Elmanyayê yê şîrketa MBDA ye, ku li Ewropayê sîstema fuzeyê çêdike û li Fransa û Îtalyayê şirîkên xwe hene. Li gorî lêkolîna ANF'ê, TDW'ê sîstem fuzeyên bi navê OMTAS'ê çêkir, ku desthilatdariya Erdogan ji bo van fuzeyan digot 'karekî milî ye'.

Fuzeya OMTAS'ê ku fuzeya tanksawar e, bi sîstema 'serikê şerê tandemê' re ku ji aliyê TDW'ê ve hatiye çêkirin, li balafirên bê mirov ên artêşa Tirk hate bicihkirin. Ev fuzeya ku bi 35 kîloyan giran e, bi saya sîstema teknolojiya Elman li hewayê jî dikare hedefa wê were guhertin.

'TDW FUZEYÊN KUJER ÇÊDIKE'

Fuzeyên OMTAS'ê ji bilî balafirên bê mirov, ji erdê jî dikare bên avêtin û bi 4 kîlometreyan diçe. Fîrma Elman TDW a ku alîkarî daye hilberîna vê fuzeyê, di hedefa saziyên navneteweyî yên dijberê şer de ye. Ji ber ku TDW ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo hemû rejîmên zordar dibe alîkar ku 'fuzeyên kujer' hilberîne.

TDW ku navenda wê li bajarê Schrobenhaûsen ê Eyaleta Bayernê ye, mafê lîsansê yê serikên fuzeyên xwe bi hêsanî dide fîrmayên biyanî.

Sermeselê, dewleta Tirk piştî ku pereyê mafê lîsansê da, çiqasî bixwaze dikare fuzeyan bi teknolojiya TDW'ê hilberîne. Fîrmayên Elman jî bi saya vê yekê bêyî bikevin ber kontrola hikumetê pereyan qezenç dikin. Enstîtuya Lêkolînên Transatlantîk a ku navenda wê li Berlînê ye, raporek bi navê "Firotina cebilxaneyên di berpirsyariya Elman de ne" amade kir û işaret bi TDW'ê jî ikr.

Di raporê de hate ragihandin ku ji ber çekên li Elmanyayê tên çêkirin an jî amadekirin, para Elmanyayê di kuştina mirovan de heye û fîrma TDW'ê jî di hilberîna cebilxaneyê de li gelemperiya cîhanê xwedî roleke girîng e. Di raporê de tê bibîrxistin ku fuzeyên ji aliyê vê fîrmayê ve tên çêkirin dikarin şikeftan an jî stargehên li binê erdê qul bikin, lewma rê li ber mirina hîn bêhtir mirovan vedikin.