PYD: Em piştgiriyê didin hevdîtina navbera MSD û rejîma Şamê

Meclîsa Giştî ya PYD’ê ji bo çareserkirina kêşeyên li Sûriyeyê fikrên xwe eşkere kir. PYD’ê diyar kir ku bidawîkirina dagirkeriya li Efrînê mifteya çareseriyê ye.

PYD’ê civîna xwe ya asayî ya çaremîn li dar xist û plana xebatên 2 mehan eşkere kir.

PYD’ê di encamnameya xwe de bal kişand ser vî tiştî ku ew piştgiriyê dide hevdîtinên di navbera Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk (MSD) û rêveberiya li Şamê. Di daxuyaniyê de nirxandinên li ser Îdlîbê yên Tirkiyeyê jî hate kirin.

Encamnameya civîna asayî ya Meclîsa Giştî ya PYD’ê ya 4’emîn wisa ye:

“Endamên Meclîsa Giştî ya partiya me civîna xwe ya çaremîn a vê salê li dar xist. Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanên cangoriyên azadiyê, bernameya civînê hate dayîn. Her wiha xebatên hemleyên kongreyên yên li navend û kantonan û plansaziyên heft buroyên partiyê: Buroya Rêxistinî, Jin, Ciwan, Ragihandin, Têkilî, Lêkolîn û Belgekirin û Darayî hatin nîqaşkirin. Piştre jî beşdaran rewşa siyasî û geşedanên ku herêm, cîhan, Sûriyeyê tê re derbas dibe û bandora wê yên dozên niştimanî, demokratîk li Sûriyeyê û Kurdistanê gotûbêj kirin.

Partiya me, pêngavên xwe yên rêxistinkirî yên bi armanca pêşxistina rola xwe di siyaseta demokratîk û dayîna mekanîzmeyên rêxistinî yê didomîne, nemaze piştî guhertinên ku di çarçoveya Kongreya Sêyemîn a TEV-DEM‘ê de rû daye. Xebatên partiyê li ser bingeha bername û projeyekê ku karibe gel li derdora hev kom bike pêk tê. Partiya me gelek kongreyan li bajarok, navçe û kantonan li dar dixe, beriya bidawîbûna salê wê bi dawî bibin.

DAGIRKERIYA LI EFRÎNÊ

Di civînê de, teqezî li ser rizgarkirina Efrînê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hate kirin û hate destnîşankirin ku rizgarkirina Efrînê têkoşîna sereke ya partiyê û alîgirên wê û tevahî gelê Kurd ên li Sûriryeyê û hêzên demokratîk ên laîk e. Têkbirina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê destpêka dawîbûna dagirkeriya Tirkiyê li gelek herêmên Sûriyeyê ye, di heman demê de mifteya çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye, li gorî xeta siyasî û xurtkkirina projeya demokratîk û parastina destkeftiyên Şoreşa 19‘ê Tîrhemê ye, li gel bêdengiyeke navdewletî li hemberî dijber û sûcên guhertina demografiya Efrînê ye.

Beşdarên civînê, piştgiriya xwe bi Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jin û Hêzên Sûriyeya Demokratîk di parastina nirxên cîhanî û xurtkirina aştiya cîhan, Sûriyeyê û Kurd anîn ziman. Her wiha Pêngava Bagera Cizîrê di qonaxa xwe ya dawî de hate silavkirin û hate gotin, bi vê yekê gelê Sûriyeyê nêzî pêngava amadekirina zemîna çareseriya demokratîk ji bo aloziya Sûiyeya ku derbasî sala xwe ya 8‘emîn dibe.

EM PIŞGIRIYÊ DIDIN HEVDÎTINÊN BI RÊVEBERIYA ŞAMÊ RE

Beşdaran hevdîtinên di navbera Meclisa Sûriyeya Demokratîk û rêjîma Şamê gaveke erênî nirxandin û teqez kirin ku diyalog û danûstandin riya xelasbûna ji aloziyê ye, hilbijêra leşkerî û zimanê tehdîdê ji bilî wêrankirin û parçekirina gelê Sûriyeyê ti encamên din bi xwe re nayîne. Rexmî ku heya vê kêliyê hevdîtin negihiştine asta tê xwestin, lê em bi hemû derfetên xwe piştgiriyê didin vê gave da ku bi encam be, ku Sûriyeyeke dewleteke niştimanî û ne navendî be. Çareserî girêdayî yekbûyîna gelê Sûriyeyê û vegustina ji sîstemeke navendî ber bi sîstemeke ne navendî û demokratîk e, mîna Rêveberiya Xweseriya a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

PLANÊN TIRKIYEYÊ YÊN LI ÎDLÎBÊ

Her wiha, Idlibê jî di cihê nîqaşên beşdaran de cih kir, hate gotin ku Idlibê ji aliyê rêxistina terorîst Cebhet El-Nusra û komên çete yên girêdayî wê ve hatiye dagirkirin, hewldanên Enqereyê hene ku dagirkerina xwe ya ji bo Idlilbê rewa bike, ev yek jî di çarçoveya peymana Milî ya ku heya niha bi dawî nebûye de pêk tê, ku armancên xwe parçekirina Sûriyeyê ye.

DOZA KURDÎ MIFTEYA ARAMÎ Û DEMOKRATÎKBÛNÊ YE

Di civînê de, her wiha hate destnîşankirin ku pêwîste partiya me rê li ber hewldanên astengkirina lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê bigire, ji ber ku lidarxistina mîna van kongreyan daxwazên gelê me li her deverê bi cih tîne, lewra divê hemû xebat were meşandin da ku hemû hêz, partiyên Kurdî û yên Kurdistanî, demokratîk ên li herêmê bibin yek û nakokî werin dûrxistin, ji ber ku doza Kurdî mîna mifteya aramî û demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn e.”

Di encamnameyê de bal hate kişandin ser aram û jiyana hevbeş a li Rojava û Bakurê Sûriyeyê û banga hevgirtinê li hemberî hewldanên ku yekîtiya me ya niştimanî û destkeftiyên gelê me yên bi xwîna şehîdan hatina bidestxistin."