30 kes bi hinceta şewitandina konsolosxaneyê hatin girtin

Li bajarê Basra yê Iraqê, bi hinceta şewitandina Konsolosxaneya Îranê 30 çalakger hatin girtin.

Li bajarê Basra yê Iraqê, 30 kesên çend roj berê di dema çalakiyên protestoyî de hatibûn destgîrkirin hatin girtin. Şewitandina Konsolosxaneya Îranê weke hinceta girtina xwepêşandêran hate nîşandan. Avahiya Konsolosxaneyê 7'ê Îlonê hatibû şewitandin û vê yekê rê li ber nerazîbûnan vekiribû.

Îranê piştî şewitandina avahiya konsolosxaneyê bang li rayedarên Iraqê kiribû ji bo berpirsyar werin cezakirin. Hêzên ewlekariya Iraqê jî li ser vê yekê ketibûn nava liv û tevgerê û bi dehan kes destgîr kiribûn. Ji destgîrkiriyan 30 kes hatin girtin.

ÇI QEWIMÎ BÛ?

8'ê Tîrmehê li bajarê Basra yê Iraqê li dijî bêkarî, nelirêtî û qutbûna av û elektrîkê xwepêşandanan dest pê kiribûn û ji destpêka meha Îlonê ve zêde bûbûn. Xwepêşandêran tevî hikumeta Bexdayê, Îran jî ji pirsgirêkên aborî û civakî berpirsyar girtin û ji ber vê yekê agir berdan avahiya Konsolosxaneya Îranê.

Di bûyeran de heta niha zêdeyî 30 kes mirin, bi sedan kes jî birîndar bûn. Hejmara zelal neyê zanîn jî bi sedan xwepêşandêr hatin destgîrkirin.

Serokwezîrê Iraqê tevî heyetekê hefteya bihurî serdana bajêr kiribû û ji aliyê gel ve hatibû protestokirin.